Doza Yucel: Sefîrê Tirkiye ji bo Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê hatiye vexwendin

Têkildarî girtina rojnamevan Denîz Yucel, Sefîrê Tirkiyeyê yê Berlînê vexwendiye Wezareta Karê Derve yê Elmanyayê û têkildarî girtinê peyama protestoyê ragihandine.

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel, anî ziman ku têkildarî girtina nûçegihanê Rojnameya Dîe Welt Denîz Yucel, bang li Sefîrê Tirk Kemal Aydin hatiye kirin.

Gabrîel diyar kir ku li ser navê xwe li gel Sefîr bi Wezîrê Dewletê Walter Lîndner re hevdîtin kiriye, diyar kir ku girtina rojnamevan Yucel protesto kirine.

Gabriel, di hevdîtinê de Wezîr Lîndner ji bo Sefîr bi awayekî vekirî diyar kiriye ku Tirkiye hiquqên dewletan binpê dike û li Ewropayê rê li ber cudahiyên cidî vedike.

Sîgmar Gabrîel, diyar kir ku bûyera Yucel Têkiliyên di navbera Elmanya, Tirkiye û Ewropayê de xiste nava zoriyan’ hişyariya vê yekê jî da.

Wezîrê Elman, daxwaz kir ku divê rê bê dayîn ku Sefîrê Elman ê li Tirkiyeyê bi Denîz Yucel re hevdîtinê pêk bîne û divê bi lezgîn nûçegihanê Welt bê berdan.

Nûçegihanê Dîe Welt Denîz Yucel ku 14’ê Sibatê ji bo îfadeyê bide çûbû Emniyeta Stenbolê, duh hate girtin.