BI DÎMEN

Sirri Sureyya Onder li Kolnê hat bibîranîn

Ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê ku di 3’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn ji aliyê Nûnertiya Elmanya ya DEM Partiyê ve li Salona Sall 2000 hat lidarxistin. Hevserokên KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk, parlementerên HDP’ê yê berê ku li sirgûnê ne û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Li salonê wêneyên Onder hatin daleqandin û Hevserokê DEM Partiyê Mustafa Tekîk ku duh di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn.

Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û bi axaftina Hevberdevka DEM Partî ya Elmanyayê Leyla Îmret berdewam kir.

Leyla Îmret wiha got: “Bila serê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê sax be. Em beralî aştiyê ku Sirri Sureyya Onder wekî mîrasê ji me re hiştiye dibin.”

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku Onder kesayetekî îstisnaye û wiha got: “Ji ber ku parçeyek ji têkoşîna îstisna bû ku me bi hev re ava kir. Ev ne tenê kesayetek, lê sembolê hevpar ê çîn, hizir, bindest û berxwedêrên di van xakan de bû.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî wiha got: “Em xemginiya windakirina mirovekî aştiyê yê rêzdar dijîn. Ew parêzvanê aştî û demokrasiyê yê mînak bû. Bîranîna wî wê di têkoşîna me de jiyan bike.”

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ê ku beşdarî çalakiya bîranînê bû wiha got: “Hevrêyekî ku di fedakariyê de sînor nas nedikir. Ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşengiya têkoşînekî bi biryar û wêrek dikir.”

Siyasetmedarê Kurd Îdrîs Baluken jî diyar kir ku vegotina Onder pir zor e û peyv têre nakin û wiha got: “Em çi bibêjin wê kêm bimîne. Ji ber ku peyvek ku ked, fedakarî û dirustbûna wî îfade bike tune ye. Bi her kêliya xwe dersa jiyanê ji me re hişt.”

Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut jî wiha axivî: “Ji bo xwişk û biratiya gelan û aştiyê mîrateyekî mezin hişt. Mîrateya ku ew ji me re hişt ji bo zarok û jinên me mîrateyekî mezin e. Em ê bibin şopdarê rê û têkoşîna wî.”

Li ser nave TJK-E’yê jî Ayten Kaplan axivî û got ku ew ê wekî Tevgera Jinan bibin şopdarê mîrateya aştiyê ku Onder hiştiye.

Birayê Selahattîn Demîrtaş, Suleyman Demîrtaş jî li ser nave malbatê axivî. Piştre nûnerên pêkhateyên Yekîtiya Têkoşîna Demokratîk û kesên Sirri Sureyya Onder nas dikin mafê axaftinê girtin û hestên xwe anîn ser ziman.

Piştî axaftinan parlementerên HDP’ê yên berê û siyasetmedarên ku li sirgûnê jiyan dikin, serdanên ji bo şînê qebûl kirin û bîranîn bi dawî bû.