ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Em ê dengê Pîr Hozan Dilgeş li çiyayên Azad ên Şengalê bilind bikin'
Koordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan got, "Em soz didin ku em ê dengê Pîr Hozan Dilgeş li ҫiyayên Şengalê û Êzdîxana azad bilind bikin. Oxir be ji te re Pîr Hozanê kedê, xweş razê û cihê te bihûşt be." -
'Em ê di 16'ê Nîsanê de dersê bidin AKP'ê'
Li Sachsenê panelek hat lidarxistin û ji bo referandûma 16'ê Nîsanê banga dayîna dengê 'NA' hat kirin. -
Li Spanyayê êrîşa li dijî Şengalê hat şermezarkirin
Kurd û dostên wan ên li Spanyayê dijîn, êrîşa çeteyên PDK-AKP'ê şermezar kirin. -
Sariyildiz: Bi 'Erê' re hovîtî, bi 'Na' re wê bêhn bê ber me
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz li Montpellîerê axivî û diyar kir, eger di referandûmê de dengê 'Erê' bi ser bikeve, wê desthilatdarî hovîtiyê bike. Sariyildiz destnîşan kir, ku bi serketina dengê 'Erê' re wê bêhn bê ber gelan. -
Daxuyaniya KCDK-E ya li ser komkujiyên Gazî, Qamişlo û Helebçeyê
KCDK-E komkujiyên Gazî, Qamişlo û Helebçeyê şermezar kir û bang li gelan kir, ku ji bo azadiyê berxwedanê geş bikin. -
NAV-DEM'ê sersaxî ji malbat dost û hevalên Hozan Dilgeş re xwest
Hevserokatiya NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku koça dawî ya Hozan Dilgeş ew gelekî xemgîn kiriye û ji malbat, dost û hevalên Hozan Dilgeş re sersaxî xwest. -
Kurdên li Ermenîstanê êrîşa PDK'ê şermezar kirin
Êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Şengalê, ji aliyê Kurdên li Ermenîstanê ve li paytext Erîvanê hat şermezarkirin. -
1. salvegera damezrandina TŞYG li Stûttgartê hat pîrozkirin
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, bi wesîleya 1. salvegera damezrandina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) çalakiyek hate lidarxistin. -
Hollanda: Daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo lêborînê, dînîtî ye
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtter, daxwaza hikûmeta Tirk ku ji ber krîza mîtîngê dixwaze Hollanda lêborînê bixwaze, weke 'dînîtiyê' bi nav kir. -
Newroz li Bremenê hat pîrozkirin
Newroz li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi şevekê hat pîrozkirin. -
Hevserokê KODAR'ê: Îran veneguhere wê xwe biqedîne
Bêrîtan: Eger Îranê karibe pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Îranê çareser bike, pêşerojekî rojî li pêşiya wê heye. Berevajî vê yekê bike wê mîna Seddam û Beşar Esed dawî li xwe bîne. -
Li Frankfûrt û Lozanê merasîmên bîranînê
Gerîlayê HPG'ê Suleyman Bagriyanik û şervanê YPG'ê Fîrat Tûfan li Frankfûrtê, gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê ji ber êrîşa PDK'ê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Lozanê hatin bîranîn. -
Di çarçoveya kampanya 'NA' de semîner û panel hatin lidarxistin
Li bajarê La Chaux-de-Fonds ê Swîsreyê, li banliyoya Villers le Bel a Parîsê û li bajarên Hîldesheîm û Wûppertalê yên Elmanyayê bi mijara 'NA' semîner û panel hatin lidarxistin. -
'Berî ku darbest ji girtîgehan derkevin, divê heyet bi lezgînî biçe'
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 26. de ye. Berdevka Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re Selma Altan destnîşan kir, ku berî darbest ji girtîgehan derkevin, divê heyet biçe girtîgehan. -
KNK: Ji ber wexera Hozan Dilgeş, serê gelê me sax be
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê, ji ber wefata Hozan Dilgeş, sersaxî ji malbatê, dost û hevalên Hozan Dilgeş û tevahiya gelê Kurd xwest. -
Şervanan wesayîtekî bombebarkirî rûxand, şer didome
Şervanên Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê li derdora gundê Kas Icêl, wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ′ê rûxand. -
Danîmarkayê mîtînga AKP'ê betal kir
Hikûmeta Danîmarkayê, bernameya Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim betal kir. -
Di 22. Salvegera Qetlîama Gaziyê de soza li dijî faşîzmê stû netewîne
Di 22. Salvegera Qetlîama Gazî ya 12’ê Adarê de, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî, welatiyên taxê yên ku li Taxa Gaziyê kom bûn, kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. -
Platforma ‘NA’ ya Kolnê stand vekirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, Platforma NA stand vekirin. -
Tages Anzeiger: Sefaretxaneya Bilind a Tirk bûye navenda ajankirinê ya MÎT'ê
Yek ji mezintirîn rojnameyên Swîsreyê Tages Anzeiger ragihand, Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li paytext Bernê, bûye navenda ajankirinê. -
Êrîşa çeteyan a li ser Şengalê li Mannheîmê hat şermezarkirin
Platforma NA ya Mannheîmê, êrîşa çeteyan a li ser Şengalê bi çalakiyekê şermezar kir. -
Tevçand û Kevana Zêrîn ji bo Hozan Dilgeş sersaxî dan
Tevçand Ewropa û Kevana Zêrîn Ewropa ji ber ku Hozan Dilgeş çû ser dilovaniya xwe sersaxî dane malbatê, kedkarên Tevçandê û hezkiriyên wî. -
Hollanda: Tirkan derew li me kirin
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte got, "hikûmeta Tirk ji bo ku bûyeran ji kontrolê derxîne tişta ji destê wan hat kirin." -
Saziyên Êzidî yên li Ewropayê li dijî xiyanetê çalakiyan lidar dixin
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê, li dijî êrîşa PDK-AKP û xiyanetê, banga çalakiyan kirin. Di daxuyaniyê de li ser plansaziya çalakiyên li Ewropayê agahî hatin dayîn. -
NAV-DEM: Divê hesabê qirkirinan bê pirsîn
NAV-DEM'ê li ser komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gaziyê daxuyaniyek weşand û got, "Divê hesabê van qirkirinên li Kurdan hatine kirin bê pirsîn û sûcdar li dadgehên navneteweyî bên darizandin."