Di 22. Salvegera Qetlîama Gaziyê de soza li dijî faşîzmê stû netewîne

Di 22. Salvegera Qetlîama Gazî ya 12’ê Adarê de, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî, welatiyên taxê yên ku li Taxa Gaziyê kom bûn, kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.

Di bîranînê de malbatên ku ximên xwe yên ku di qetlîama Gaziyê de winda kirine li refên pêşde cih girtin, peyama li dijî faşîzim û zextên Rewşa Awarte wê stû xwar nekin dan.

Taxa Gazî ya Stenbolê beriya merasîma bîranê ya ji bo 22'emîn salvegera Qatlîama Gaziyê ya di 12'ê Adara 1995'an de ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Li taxa ku esnafan derebeyên dikanên xwe girtine ji bo çûn û hatina wesayîtan hatiye girtin, rêya meşê ya postaxaneya kevn jî ji aliyê wesayîtên zirxî ya polîsan ve hatiye girtin.

Malbatên Şehîdan ên Umraniye û Gaziyê ji bo kesên di qatlîama Gaziyê de jiyana xwe ji dest dan li Mala Cemê kom bûn. Malbatan pankarta "Me qatlîama Gazî û Umraniyeyê ji bîr nekir, nadin jibîrkirin" vekirin dowîzên ku wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hilgirtin.

Malbatan di bin dorpêça polîsan de dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Şehidên Gaziyê nemir in" "Wê hesabê Gaziyê bê pirsîn" hatin berzkirin. Malbatan meş li ber qereqola kevn bi dawî kirin û li vir ji bo bîranîna kesên hatin qetilkirin qurnefîl hatin danîn.

'ÊRÎŞ LI DIJÎ HEMÛ GEL E'

Li ser navê malbatan birayê Serkan Engîn ê jiyana xwe ji dest daye Engîn Engîn axivî. Engîn diyar kir ku armanca qatlîamê çewisandina muxalefetê û çavtirsandina şoreşger bû, êrîş li dijî hemû elewî û suniyan li hemberî hemû gel bû.

Engîn ê ku pirsa "Çawa bû ku kujer li Gazî ya ku her tim dewriyeyên polîsan digeriyan dest û milên xwe hejandin û ji holê winda bûn" kir wiha berdewam kir: "Îzaha vê yekê gelê Gaziyê dizanin. Ji ber vê yekê hêrsa wan bû lehî û ber bi Qereqola Gaziyê ve herikî. Gelê Gaziyê ku xwestin kujer bên girtin û cezakirin vê carê li ber çavên hemû cihanê bûn hedefa hêzên dewletê û bi çekên otomatîk hatin gulebarankirin. Ev cihê ku me qurnefîl danî bi dehan kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn."

'TEKANE ALTERNATÎFA ME RÊXISTINBÛN E'

Engîn destnîyan kir ku berpirsyarên qatlîama li Gaziyê serokwezîra demê Tansu Çîller, Wezîrê Karên Hundir ê demê Nahît Menteşe, Serokê Daîre Îstixbaratê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê yê demê Hanefî Avci, Midûrê Giştî yê Emniyetê yê demê Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê yê wê demê Hayri Kozakçioglu Midûrê Emniyeta Stenbolê yê demê Nejdet Menzîr û tetîkeşên wan in û xwes ev bên cezakirin. Engîn got ku îro jî di OHAL'ê de li dijî rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û hemû gel êrîş hene li dijî vê tekane alternatîf jî rêxistinbûn e.

Piştî daxuyaniyê malbatan xwestin ber bi Goristana Gaziyê bimeşin yê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî malbatan kir.