Kurdên li Ermenîstanê êrîşa PDK'ê şermezar kirin

Êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Şengalê, ji aliyê Kurdên li Ermenîstanê ve li paytext Erîvanê hat şermezarkirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Şengalê, Kurdên li Ermenîstanê li ofîsa Kurdistan Komîte ya li paytexta Erîvanê civînek lidar xistin.

Seroka Kurdistan Komîte Şinîka Qadir, Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd û siyasetmedar Ferman Garzan weke qiseker beşdarî civînê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Kinyasê Hemîd axivî û got, "Di demekê de ku em li benda kongreya neteweyî bûn, ev êrîş li Şengalê hat kirin. Vê yekê em gelekî êşand. Jİ ber vê yekê em êrîşa Mala Barzanî ya li ser Şengalê şermezar dikin. Bila di demeke kin de hêzên xwe vekişîne."

Siyasetmedar Ferman Garzan jî da xuyakirin, ku gelê Kurd êrîşên bi vî rengî ti carî qebûl nake û got, "Şengal hêza xwe ya parastinê heye. Ev hêz li qada navneteweyî rewa ye. Ji ber ku cara yekê ye civaka Êzidî xwe bi rê ve dibe. Ev yek ji bo gelê Kurd bi taybetî ji bo civaka Êzidî serbilindiyeke mezin e. Wê êdî ti carî fermanên bi vî rengî li me ranebin."

Garzan bibîr xist, ku PDK'ê bi êrîşeke bêbextî xwîna şervanên YBŞ/YJŞ'ê rijandiye û ew vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Her wiha bang li gelê Başûrê Kurdistanê jî kir, ku li ber vê siyaseta qirêj rabe.

Civîn bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.