Saziyên Êzidî yên li Ewropayê li dijî xiyanetê çalakiyan lidar dixin
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê, li dijî êrîşa PDK-AKP û xiyanetê, banga çalakiyan kirin. Di daxuyaniyê de li ser plansaziya çalakiyên li Ewropayê agahî hatin dayîn.
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê, li dijî êrîşa PDK-AKP û xiyanetê, banga çalakiyan kirin. Di daxuyaniyê de li ser plansaziya çalakiyên li Ewropayê agahî hatin dayîn.
Meclîsa Şengalê ya Ewropayê, Meclîsa Êzidiyan a Ewropayê û Federasyona Êzidiyên li Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Em ê li dijî xiyanetê derkevin û em ê bi gelê xwe yê li Şengalê re bin."
Di daxuyaniya her sê saziyên Êzidiyan de hat destnîşankirin, ku mêtîngerî li Kurdistanê herî zêde xwe dispêre xiyanetê û wiha hat gotin, "Eger xiyanet nebûya Kurd îro azad bûn, ciwanên Kurd bi xwînxwarî nedihatin kuştin, jinên Kurd nedihatinr evandin û li bazarên Rojhilata Navîn, li bazarên Ereb-Tirk-Fars nedihatin firotin. Xiyaneta PDK'ê xiyaneteke bi vî rengî ye. Mîna hespê Trûva birîneke mezin e di dilê Kurdan de. Xençerekî zincargirtî ye ku amade ye li pişta Kurdan bikeve."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşa dawî ya li Şengalê û hat gotin, "Herî dawî, bi çeteyên paramîlîter ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin avakirin, êrîşî Şengalê kirin û 2 gerîlayên HPG'ê û 5 şervanên YBŞ'ê şehîd xistin. Ev yek mînaka şênber a vê xiyanetê ye. Çekên ku dewletên Ewropayê ji bo li dijî DAIŞ'ê bi kar bîne da wan, li dijî Êzidiyan bi kar anîn û xwestin careke din fermanê li civaka me rakin. Ya ku ev kir, rêveberiya PDK'ê ye. Em rêveberiya PDK'ê bi tundî şermezar dikin û bang li gelê Kurd bi taybetî Êzidiyan dikin, ku li dijî vê xiyanetê derkevin."
PLANSAZIYA ÇALAKIYAN Û BANGA JI BO TEVLÎBÛNÊ
Di dewama daxuyaniya hevpar de li ser çalakiyên li Ewropayê werin lidarxistin ev agahî hatin dayîn:
"Weke saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê em radigihînin, ku em ê bi tundî li dijî vê xiyanetê derkevin, em ê bi gelê xwe yê li Şengalê re bin û ji bo vê jî çi divê, em ê wê bikin. Em ê gelê xwe, ola xwe, diyarê pîroz ê Melekê Tawiz û Zerdeşt; Şengal û Laleşê li dijî mêtîngerî û xiyanetê biparêzin. Ji ber vê yekê cih û warê me Ewropa nîne, Şengal e, warê Derwêşê Evdî ye. Lewma em ê li Ewropayê jî li ber xwe bidin. Li ser vê bingehê em ê di 13'ê Adara 2017'an de li ber avahiya Parlamentera Elmanyayê ya li berlînê bi rengekî bêdem çalakiya rûniştinê pêk bînin. Bi heman armancê, em ê ji Dusseldorfê dest bi meşeke dirêj bikin û heta ber Parlamenta Ewropayê bimeşin. Di 13'ê Adara 2017'an de li Parîs, Stockholm, Kanada, Yewnanîstan, DYA û Brukselê, em ê li ber buroyên PDK'ê çalakiyên girseyî yên protestoyî pêk bînin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bi taybetî civaka Êzidî, ji bo tevlî van çalakiyan bibin, li dijî xiyanetê bi serbilindî bisekinin û pêşî li fermaneke nû bigirin."