Tages Anzeiger: Sefaretxaneya Bilind a Tirk bûye navenda ajankirinê ya MÎT'ê
Yek ji mezintirîn rojnameyên Swîsreyê Tages Anzeiger ragihand, Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li paytext Bernê, bûye navenda ajankirinê.
Yek ji mezintirîn rojnameyên Swîsreyê Tages Anzeiger ragihand, Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li paytext Bernê, bûye navenda ajankirinê.
Rojnameya Tages Anzeiger, ku bi zimanê Elmanî li Swîsreyê tê weşandin, di nûçeyeke xwe ya îro de ragihand, Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê veguheriye navenda ajankirinê ya MÎT'ê.
Rojnameyên Swîsreyî Thomas Knellwolf û Kûrt Pelda, agahiyên di vê nûçeya xwe de spartin rapora salane ya xebatê ya Hikûmeta Federal a Swîsreyê.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin, ku haya rayedarên Swîsreyî jê heye, bê li Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li navnîşana Lombachweg 33, çi tê kirin.
Rojnameyê diyar kir, li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê, ku veguheriye navenda MÎT'ê, zext li koçberên ji Tirkiyeyê hatine tê kirin ji bo bibin sîxur.
Di nûçeya rojnameyê de hat ragihandin, Sefaretxaneya Bilind a Tirk bi taybetî piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê veguheriye navendeke rastî ya sîxuriyê.
Di dewama nûçeyê de hat gotin, "Sefaretxaneya Bilind a Tirk, cihekî aram nîne" û hat bibîrxistin, ku beriya niha bi 20 salan, di xwepêşandaneke aştiyane ya ber Sefaretxaneyê de, ji ber guleya ji Sefaretxaneyê hat teqandin, jiyana xwe ji dest da.