Hollanda: Tirkan derew li me kirin
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte got, "hikûmeta Tirk ji bo ku bûyeran ji kontrolê derxîne tişta ji destê wan hat kirin."
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte got, "hikûmeta Tirk ji bo ku bûyeran ji kontrolê derxîne tişta ji destê wan hat kirin."
Şaredarê Rotterdamê Abutalîp jî got, "Serkonsolosxaneya Tirkiyê yê Rotterdamê hewl daye ku wî bixapîne û gotiye, ‘wezîr nayê û derew kiriye."
Serokwezîrê Hollanda Rutte bi bernameyeke televizyonê de pêvajoya destûrnedanê ya ji bo wezîrên Tirk a ku kampanyaya têkildarî referandûmê nekin vegot.
Rutte diyar kir ku têkildarî geşedanan tenê roja Şemiyê 8 caran li ser Serokwezîrê Tirk bi telefonê geriyaye û got, sûcdariya ‘’bermahiya ji Naziyan’’ a Serokkomarê Tirk Erdogan nayê qebûlkirin.
Rutte diyar kir ku Tirkiye seraqet ji bo welatiyên Hollanda, ‘’welatiyên me’’ dibêjin û ev ne rast e, wiha got, ‘’ew welatiyên Hollanda ne’’ û ev mijar weke kêşeya herî girîng a di navbera du welatan de diyar kir.
Rutte got, tiştekî rast e ku wezîra AKP’ê Kaya weke ‘’kesa ku nayê xwestin’’ were ragihandin û dersînor were kirin. Rutte got, ‘’weke hikûmeta Tirk gotî ti wezî ne xwedî wê destlênedana dîplomatîk e’’
WEZÎRA TIRK HEWL DA POLÎSAN BIXAPÎNE
Serokwezîrê Hollanda Kaya diyar kir ku piştî Kaya hate Rotterdamê bi rêbazên cuda hewl da ku polîsan bixapîne.
Rutte ji ber sedema ku Şaredarê Rotterdamê Kaya dersînor kir helwesta Ahmet Abutalîp û polîs pîroz kir û malavayî li wan kir.
Rutte behsa pvokasyonên AKP’yiyên Rotterdamê jî kir ku Şemiyê dixwestin pêk bînin û got, ‘’divê her kes hedê xwe bizanibe’’
ŞAREDAR: KONSOLOSXANE DEREW KIR
Şaredarê Rotterdamê Ahmet Abutalîp jî têkildarî mijarê got konsolosê Tirk ê Rotterdamê hewl daye ku wan bixapînin û bi gotina, ‘’wê wezîr neyê derew kirine’’