Peyama KOMAW’ê ya ji bo Şehîdên Meha Gulanê

KOMAW’ê di şexsê rêberên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de hemû Şehîdên Azadiyê bi bîr anî û ev peyam da, “Em soz didin ku li ser şopa wan têkoşîna azadî û wekheviyê mezin bikin.”

Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ji bo Şehîdên Meha Gulanê peyamek weşand.

Di peyama KOMAW’ê de wiha hate gotin:

"Meha Gulanê ku yek ji rûpelên bi wate û bi êş ên têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê ye, sembola berxwedan, fedakarî û berdêla ku gelê me di oxira azadiyê de daye ye. Ev meh serîrakirina mezlûman, têkoşîna hevpar a gelan û meşa bi biryar ya di rêya azadiyê de tê dayîn, temsîl dike.

Çirûska ku Mazlûm Dogan li Zindana Amedê pêxist, biryardariya şoreşgerî ya Hakî Karer û berxwedana Zekiya Alkan ku bedena wê veguherand agirê, fedakariya Gurbet Aydin, pêşengiya Ferhat Kurtay ê  di têkoşîna ciwanan de û helwesta Mehmet Karasungur ku bû fermandar kevirê goşê yê têkoşîna azadiyê ye.

Bi vê wesîleyê di şexsê ji rêberên damezrîner ên Tevgera Azadiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ku şehadeta wan di vê mehê de hat ragihandin, di serî de şehîdên meha Gulanê hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî, minetdarî û bi hesret bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikiin ku em ê li ser şopa wan têkoşîna azadî û wehkeviyê mezin bikin.”