Sariyildiz: Bi 'Erê' re hovîtî, bi 'Na' re wê bêhn bê ber me

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz li Montpellîerê axivî û diyar kir, eger di referandûmê de dengê 'Erê' bi ser bikeve, wê desthilatdarî hovîtiyê bike. Sariyildiz destnîşan kir, ku bi serketina dengê 'Erê' re wê bêhn bê ber gelan.

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, ji bo bîranîna mirovên di komkujiyên meha Adarê de jiyana xwe ji dest dane çalakiyek hate lidarxistin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî û bal kişand ser komkujiyên li Cizîrê: "Nazî yê duh, îro Erdogan e. Ji bo em hêjayî bîranîna şehîdên xwe bin, heta ji destê me bê divê em têbikoşin."

'NA JI FAŞÎZMA AKP'Ê RE'

Sariyildiz işaret bi referandûmê kir û got, "Erdogan ji bo xwe ewle bike, ji bo ji sûcên kiriye neyê darizandin, ev qanûn derxist. AKP'ê bajarên me yên li Kurdistanê bi erdê re kir ye. Hûn îro dibînin; Ewropayê jî ji vê rejîmê re got 'NA'. Got, 'Nabe ku hûn propaganda faşîzan a şexsekî li vir bikin'. AKP'ê bi xwe qanûn derxist ku li gorî vê qanûnê nabe li derveyî welat mîtîngên siyasî werin kirin. Lê AKP bi xwe vê qanûnê bi cih nîne."

Sariyildiz destnîşan kir, ku eger di referandûmê de dengê 'Erê' bi ser bikeve wê AKP-Qesr-MHP hovîtiyeke mezin bikin û got, "Eger dengê 'NA' bi ser bikeve, wê bêhn bê ber gel. Divê em li Ewropayê jî bi ruhê seferberiyê biçin ser sindoqan û ji faşîzma AKP'ê re bêjin; NA."

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.