'Em ê di 16'ê Nîsanê de dersê bidin AKP'ê'
Li Sachsenê panelek hat lidarxistin û ji bo referandûma 16'ê Nîsanê banga dayîna dengê 'NA' hat kirin.
Li Sachsenê panelek hat lidarxistin û ji bo referandûma 16'ê Nîsanê banga dayîna dengê 'NA' hat kirin.
Li eyaleta Sachsen a Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresdenê û Meclîsa Jinê Ûta, li dijî dîktatoriyê şexsekî 'Platforma NA' ava kirin û panelek lidar xistin. Fadil Bedirhanoglû û Serhat Ovayolû tevlî bûn.
Ovaoglû bi bîranîna mirovên di komkujiyên Gazî û Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan, dest bi axaftina xwe kir û got, "Çawa ku li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê me di 7'ê Hezîranê de ders dan wan, em ê di 16'ê Nîsanê de jî dersa 'NA' bidin wan."
Bedirhanoglû jî bang li her kesî kir ku li dijî dîktatoriyê derkevin û got, "Ji bo bîranîna, jin û zarokên li jêrzemînan ahtin kuştin, li dijî koledariyê divê em bêjin 'NA'."