Tevçand û Kevana Zêrîn ji bo Hozan Dilgeş sersaxî dan

Tevçand Ewropa û Kevana Zêrîn Ewropa ji ber ku Hozan Dilgeş çû ser dilovaniya xwe sersaxî dane malbatê, kedkarên Tevçandê û hezkiriyên wî.

Tevçand Ewropa û Kevana Zêrîn ji ber sedema ku Hozan Dilgeş çû ser dilovaniya xwe daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Me kedkarê hunerê Hozan Dilgeş ku Kurdistan bi huner û hêviya azadiyê re kiriye yek, ji ber sedema nexweşiyekê ji dest da. Em dixwazin diyar bikin ku ji bo muzîka Kurd jidestçûneke girîng e. Xebatkarekî qedirbilind ê tevgera azadiya Kurd bû û kedeke mezin a kedkarê hunerê li têkoşîna me çêbûye. Her demê rûmeta vê têkoşînê jiyaye û bi vê moralê di hemû kêliyên têkoşînê de heta dawî bê dudilî meşiyaye.  Em dixwazin diyar bikin ku em ê Hozan Dilgeş ku ji hêla xebatên me yên hunerî ve û ji hêla têkoşîna me ya azadiyê ve welatparêzekî mînak bû û ji kedê tawîz nedide tim bi hurmet û minet bi bîr bînin.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin Hozan Dilgeş huner ji bo civakê afirandiye û ji wê rêgezê ku dibêje her hunera ku ji bo civakê tê afirandin exlaqî ye nehatiye xwarê. Bi hemû newayên xwe bi hişmendiya berxwedaniyê ya li dijî şaristaniyê hewl daye ku bibe hunermendê şarastiniya demokratîk. Her demê bawer kiriye ku heta nêzîkatiyeke zanyarî nebe wê zor be ku mirov bibe hunermendek watedar.Her wiha hate gotin ku Hozan Dilgeş rastiya gel nas kiriye, her demê bûye ku ji kêşe, êş, kêfxweşiya civakê re bibe ziman û wiha hate gotin: ‘’Ji ber vê ked û hewldana Hozan Dilgeş em diyar dikin ku bi pîrozî em wî bi bîr tînin, em sersaxiyê didine malbatê, kedkarên Tevçandê û hezkiriyên wî. Bersiva herî watedar ew e ku mirov hunerê ji go gel hildê asta herî pîroz.’’