NAV-DEM'ê sersaxî ji malbat dost û hevalên Hozan Dilgeş re xwest

Hevserokatiya NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku koça dawî ya Hozan Dilgeş ew gelekî xemgîn kiriye û ji malbat, dost û hevalên Hozan Dilgeş re sersaxî xwest.

Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), ji ber wefata Hozan Dilgeş peyameke nivîskî weşand.

Di peyamê de sersaxî ji malbatê, dost û hevalên wî re hat xwestin û hat gotin, "Em bi koça wî ya dawî xemgîn jî bin, bi berhemên wî yên şoreşgerî û hêja em pir serbilind in. Bi huner û helbestên xwe, xezîneya çanda gelê me dewlemend kiriye. Ew deng û gotinên wî yên hemdemî û watedar û bi bandor, di guh û dilê gelê me yên welatparêz de wê her hebin. Ew dengê wî yê dilsoz û evîndariya welat û azadiya gelê me di nava xwe de dihewand, ne mir e, ew ê her û her bijî.

Dilê wî û dengê wî, li goreyî dem û çax û qonaxê şoreşê, bi gerîla re, bi gel re; bi xort û keçan re, bi zarok û pîran re, bi kurtayî li nava civaka me hema hema bi hemû kesên welatparêz re meşiya."

Hevserokatiya NAV-DEM'ê ragihand, ti kesê neyar wê nikaribe deng û daxwazên Hozan Dilgeş ji nava dilê hezkiriyên wî derxîne û destnîşan kir, ku gelê Kurd wê berhemên hozanê xwe her tim zindî bike.