BI DÎMEN

Êrîşa çeteyan a li ser Şengalê li Mannheîmê hat şermezarkirin

Platforma NA ya Mannheîmê, êrîşa çeteyan a li ser Şengalê bi çalakiyekê şermezar kir.

Êrîşa çeteyên AKP û PDK'ê ya li ser Şengalê li ber gara trenê ya bajarê Mannheîmê ê Elmanyayê, ji aliyê 'Platforma Na ya Mannheîmê' ve bi mîtîngekê hat şermezarkirin.

Di mîtîngê de belaokên ku ji aliyê Mala Êzidiyan ve bi Kurdî û Elmanî hatin amadekirin, hatin xwendin.

Çalakgeran ji komkujî û qirkirinên siyasî re gotin NA.