Li Spanyayê êrîşa li dijî Şengalê hat şermezarkirin
Kurd û dostên wan ên li Spanyayê dijîn, êrîşa çeteyên PDK-AKP'ê şermezar kirin.
Kurd û dostên wan ên li Spanyayê dijîn, êrîşa çeteyên PDK-AKP'ê şermezar kirin.
Li paytexta Spanya Madrîdê, Komîteya Piştgiriya Gelê Kurd a Rojava, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û operasyonên li derveyî sînor şermezar kir.
Mîtîng bi beşdariya Kurd, Spanyayî û ciwanên çepgir pêk hat. Di çalakiyê de êrîşa hêzên PDK-AKP'ê ya li dijî Şengalê hat şermerzarkirin û wêneyên Erdogan û Barzanî hatin şewitandin.
Mîtîng li ber Konsolosxaneya Tirk hat lidarxistin û li ser navê komîteyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, AKP wê di referandûmê de têk biçe û hat gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê û xiyaneta Barzanî wê ti carî nikaribe têkoşîna gelê Kurd qels bike."
Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Spanyayî hatin xwedin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" hatin qîrîn.