NAV-DEM: Divê hesabê qirkirinan bê pirsîn
NAV-DEM'ê li ser komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gaziyê daxuyaniyek weşand û got, "Divê hesabê van qirkirinên li Kurdan hatine kirin bê pirsîn û sûcdar li dadgehên navneteweyî bên darizandin."
NAV-DEM'ê li ser komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gaziyê daxuyaniyek weşand û got, "Divê hesabê van qirkirinên li Kurdan hatine kirin bê pirsîn û sûcdar li dadgehên navneteweyî bên darizandin."
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), di salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gazî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Ev komkujiyên ku ji aliyê dîktatoriyên faşîst ên Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê ve di demên cuda de hatine kirin, polîtîkayên hevpar ên dewletên mêtînger ên li dijî Kurdan e. Peyama ku xwestin bi van komkujiyan re bidin ev e: 'Li ku parçeyekî Kurdistasnê wê mafê jiyanê ji Kurdan re neyê dayîn'
Di pêvajoya heyî de, polîtîkayên înkar, tinekirin û qirkirinê hatine nûkirin, kûrkirin û komkujî bê navber dewam dike.
Di salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gazî de em van hemû komkujiyan bi tundî şermezar dikin.
Pêwîste hesabê van qirkirinên li Kurdan hatine kirin bê pirsîn û sûcdar li dadgehên navneteweyî bên darizandin."