Li Frankfûrt û Lozanê merasîmên bîranînê
Gerîlayê HPG'ê Suleyman Bagriyanik û şervanê YPG'ê Fîrat Tûfan li Frankfûrtê, gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê ji ber êrîşa PDK'ê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Lozanê hatin bîranîn.

FRANKFÛRT
Ji fermandarên HPG'ê Suleyman Bagriyanik (Egîd Erkendî), ku di Gulana 2016'an de ji ber êrîşa balafirên şer tevî 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da û şervanê YPG'ê Fîrat Tûfan (Fîras Erkendî) ê 4'ê adarê li Sebadê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Frankfûrtê ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Dayika Azîze axivî û got, "Ez dayika şehîdekî me. Divê me heta dawiyê xwedî li nirx û manewiyata şehîdên me ji me re hiştine, derkevin."
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) jî Ahmet Aktaş peyivî û diyar kir, meha Adarê ji bo gelê Kurd meheke girîng e. Aktaş got, "Salvegera komkujiya Helebçeyê û salvegear şehadeta hevalê Mahsûm Korkmaz e. Hevalê Egîd Erkendî bû hevrêyê Mahsûm Korkmaz."
Li ser navê malbatê jî Agît Bagriyanik peyivî û got, "Hevalê Egîd ji bo me hemûyan fermandarekî mezin bû. Windahiya wî, ji bo me giran e." Bagriyanik da xuyakirin, ku Fîras Erkendî jî pismamê Suleyman Bagriyanik e û ew ê xwedî li têkoşîna wan a bi rûmet derkevin.
Ji NAV-DEM'ê jî Mervan Botan peyivî. Di merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Egîd Erkendî hat nîşandan.
LOZAN
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, gerîlayên HPG'ê yên ji ber êrîşa PDK'ê li Şengalê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Civîna bîranînê ya ji bo gerîlayên HPG'ê Çekdar Sînan (Newroz Guvercîn) û Orhan Baran (Îbrahîm Huso) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, qisekeran polîtîkayên komkujiyê yên çeteyên PDK'ê teşhîr kirin. Di civînê de her wiha rewşa siyasî jî hat nirxandin û di referandûma 16'ê Nîsanê de jî banga dayîna dengê 'NA' hat kirin.