1. salvegera damezrandina TŞYG li Stûttgartê hat pîrozkirin
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, bi wesîleya 1. salvegera damezrandina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, bi wesîleya 1. salvegera damezrandina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) çalakiyek hate lidarxistin.
Pîrozbahî bi beşdariya pêkhateyên TŞYG'ê pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda enternasyonal û axaftina destpêkê, sînevîzyonek li ser têkoşîna TYŞG'ê hat nîşandan.
Dûre li ser navê tevgerê axaftin hat kirin û ji bo hilweşandina dîktatoriya faşîst û pêkanîna azadiya gelan banga xurtkirin û geşkirina têkoşîna hevpar a gelan hat kirin.
Di dewama pîrozbahiyê de, dîmenê daxuyaniya damezrandinê ya TŞYG'ê hat nîşandan.
Pîrozbahî bi stranên Kurdî û Tirkî û bi gerandina govendê qediya.