Hollanda: Daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo lêborînê, dînîtî ye

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtter, daxwaza hikûmeta Tirk ku ji ber krîza mîtîngê dixwaze Hollanda lêborînê bixwaze, weke 'dînîtiyê' bi nav kir.

Serokwezîrê Hollandayê ji AFP'ê re axivî û got, "Xwestina lêborînê, nabe. Divê ew ji ber kiryarên xwe yên duh (Şemiyê) lêborînê bixwazin."

Rûtte têkildarî vê daxwaza Tirkiyeyê de got, "Ev daxwaz nepêkan e û dînîtî ye". Serokwezîr Rûtte nerazîbûn nîşanî gotina 'bermayiyên Nazî' ku Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo rêveberên Hollandayê bi kar anî bû û diyar kir, ev sûcdarî ne ya qebûlkirinê ye.

Rûtte wiha dewam kir: "Mîna ku Şaredarê Rotterdamê jî destnîşan kir; ev bajar di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê Naziyan ve hat bombekirin."

Têkildarî bangên alîgirên Erdogan ên di medya civakî de ji bo xwepêşandanan tê kirin, Rûtte got, "Bi berpirsyarî rabin. Hûn li vir in, hûn li Hollanda ne."