BI DÎMEN

Ji bo damezrênerên PKK’ê li Cenevre û Solothurnê sersaxî û bîranîn

Di bîranînên DKTM’ê hatin lidarxistin de hate destnîşankirin ku ew ê xwedî li nirxên ku afirînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn afirandinê derbikevin.

PKK’ê di danezana 12’emîn Kongreya xwe de ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne. Li bajarên li Cenevre û Solothurnê sersaxî û bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin.

CENEVRE

Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê di şexsê Alî Haydadr Kaytan û Riza Altûn de hate lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan Îbrahîm Yuksel, got ku ew ê xwedî li nirxên ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn afirandine, derbikevin û piştre helbesta Alî Haydar Kaytan a “Ez Mirovbûm” hate xwendin.

Di bîranînê de sînevîzyona ku ji vegotinên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn pêk dihat, hate pêşandan.

Di dawiya bîranînê de peyama Rêber Apo ya ji bo Kaytan û Altûn hate xwendin.

SOLOTHURN

Kurdistaniyan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothurnê ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kaytan û Altûn çalakî lidarxistin.