BI DÎMEN

Di çarçoveya kampanya 'NA' de semîner û panel hatin lidarxistin

Li bajarê La Chaux-de-Fonds ê Swîsreyê, li banliyoya Villers le Bel a Parîsê û li bajarên Hîldesheîm û Wûppertalê yên Elmanyayê bi mijara 'NA' semîner û panel hatin lidarxistin.

Li bajarê La Chaux-de-Fonds ê Swîsreyê, li banliyoya Villers le Bel a Parîsê û li bajarên Hîldesheîm û Wûppertalê yên Elmanyayê bi mijara 'NA' semîner û panel hatin lidarxistin.

LA CHAUX-DE-FONDS: Panela li bajarê La Chaux-de-Fonds ê eyaleta Neuchatel a Swîsreyê ji aliyê Însiyatîfa NA ya Neuchâtel - Morteu ve hat organîzekirin û Hevberdevkên HDK-Swîsreyê Hakan Gurgen û Şengul Çelîk weke qiseker beşdar bûn. Di panelê de, di çarçoveya xebatên kampanya 'NA' de karê birina hilbijêran a ser sindoqê hat birêxistinkirin.

VILLIERS LE BEL: Li banliyoya Villiers le Bel a paytexta Fransa Parîsê, bi heman armancê bi beşdariya 400 kesî civîna gel hate lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Yilmaz Kobanê li vir axivî, bal kişand ser girîngiya referandûmê û got, "Bi dengê NA, ya têk biçe wê dîktatoriya Erdogan be. girîng e bi ruhê seferberiyê kampanya NA were meşandin." Kobanê êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Şengalê jî nirxand û got, "Weke Kurdistaniyên li Ewropayê em ê her roj li qadan bin û xwedî li berxwedana Kobanê derkevin." Civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî Serok Apo" qediya.

HILDESHEIM: Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, Platforma NA, panelek li Hîldesheîm Kultur Fabrik Loseke lidar xist. Endamê Desteya Rêveber a HDK-Elmanya Mûrat axivî û got, "Êrîşa bê rehm û bê hiqûqî ya AKP'ê, ku ti pîvanên hiqûqê nas nake, nîşan dide ku AKP wê winda bike." Dr. Hatîce Pinar Şenogûz jî anî ziman, eger encamek bi dilê Erdogan derkeve, wê ji niha û pê ve welat bi biryarnameyan bê darizandin û dadgerî bi desthilatdariya siyasî ve girêdayî be. Serokê AABF Ozgur Oz jî got, "Ya ku herî dawî em ji dest bidin, hêvî ye. Berî ku hêviya me ji dest biçe, divê em dest bidin hev û têkoşîna piştevaniyê xurt bikin."

WÛPPERTAL: Li ser referandûma 16'ê Nîsanê li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê civîna gel hat lidarxistin. Rojnamevan-nivîskar Yucel Ozdemîr da xuyakirin, ku eger dengê 'erê' yan jî dengê 'na' bi ser bikeve wê têkoşîna wan dewam bike û got, "Eger NA bi ser bikeve, wê guhertinên girîng di hevsengiyên siyasî de pêk werin. Ya herî girîng jî wê sîleyeke giran ji gel bixwin, ku b bandora vê sîleyê wê di hevsengiyên siyasî yên Tirkiyeyê de guhertinên girîng pêk werin." Hevserokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafi Ahmed Tûrhalli jî got, "Divê em xwe bigihînin Misilmanên hatine xapandin û rastiyan ji wan re vebêjin." Tûrhalli da xuyakirin, ku divê têkilî bi her kesî re were danîn û girîngiya dengê 'NA' bê vegotin. Piştre nûnerê ESP'ê yê Ewropayê Ziya Ûlûsoy û nûnerê Platforma Biratiya Gelan a Yekîtiya Karkeran Sînan Zengîn axivîn û li dijî dîktatoriyê banga dayîna dengê 'NA' kirin.