Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bal kişand ser girîngiya parastina zimanê Kurdî ya di jiyan û her qada perwerdehiyê de ji bo pêşroja gelan.
Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî bi peyamekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bal kişand ser gefên li ser zimanê Kurdî.
Peyama Enstîtuyê wiha ye:
“Ziman di jiyana gelan û neteweyan de hêmaneke bingehîn e û rasterast nasnameya gelan e. Lewra her gel bi zimanê xwe tê nasîn û binavkirin. Gelên ku zimanê xwe winda bike, nasnameya xwe jî winda dike û têk diçe. Ziman di pêvajoyeka bi hezaran salan de tê afirandin, ji ber vê egerê hemû nirxên gel di naveroka xwe de werdigire û dibe karektera gelan. Ziman bi axaftin, nivîsandin, ragihandin û ramandinê bi pêş dikeve. Demên berê hêza ku ziman zindî dihişt, dengbejî, çîrokbejî û wêjevanî bûn.
Em di destpêka sedsala 20 an de, di nav xwendekar û rewşenbîrên Kurd de helwestên Kurdewarî dibînin. Di avakirina komeleyan û weşana Kovar û rojnameyan de zimanê Kurdî hatiye bikaranîn. Armanca sazî û çapamaniya Kurd, parastina zimanê Kudî û avakirina zimanekî wêjeyî ye.
Di dîroka Kurdistanê de hewldanên bingehîn ên ragihandina Kurdî hene. Yekem car derxistina Rojnameya Kurdistan e. Ew bi tîpên aramî-erebî roja 22yê Avrêla 1898an li Qehîreya paytexta Misirê bi rêveberiya Miqdat Mithat Bedirxan derdiket. Ev Rojname di navabera rewşenbîrên Kurd de rolekê gelek girîng lîstiye. Li pey wê di sala 1908 de li Stembolê rojnameyeka bi navê Şerq û Kurdistan derdikeve. Ev rojname jî li ser zimanê Kurdî radiweste û giringiyeke zêdetirîn dide pirsgirêkên li ser Alfabeya Kurdî û bipêşvebirina zimanê dayikê. Di roja 27 ê Tîrmeha 1912 de ji alî Civata Telebeyên Kurd ve Hetewa Kurd dest bi weşanê dike. Kovareke bi navê Jîn di nav salên 1913 û 1918 yande derdikeve. Berpirsiyariya 20 hijmarên vê kovarê Hemzeyê Muksî digire ser xwe.
Helwesteke girîng a din jî derxistina Kovara Hawarê ye. Ew roja 15ê Gulana 1932yan bi rêveberiya Celadet Ali Bedirxan li Şamê bi tîpên latînî derket. Ev payeberzî li Rojava û Bakur bû bingeha nivisandina Kurdiya bi tîpên latînî.
KNKê jî bi vê têgîhîştin û berpirsiyariya neteweyî di civîna xwe ya 2009an de rojên 14, 15 û 16ê meha Gulanê, wek rojên Cejna Zimanê Kurdî qebûl kir. Ev biryara nirxberz ji aliyê piraniya Kurdan ve hat pejirandin. Li pey komkujiyên wek Helebce cara yekem bi vê biryarê, lihevkirina yekgirtîya neteweyî derket pêş. Bi piranî ev biryar hat pejirandin û ev biryar weke cejna zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê rûnişt.
Mixabin, hem li welêt (li bakurê Kurdistanê) û hem jî li dervayî welêt di warê zimên de xemsarîyek heye, ev xemsarî wek karesetekî mezin li pêş me rawetsiyaye. Bila ev eger baş bê zanîn: “Heke ku zarokên gelekî bi zimanê dayikê neaxivin û zimanê dayika xwe ji bîr bikin, dahatûya wan zarokan û wî gelî namîne!”
Bi hêviya ku hemû Kurd di her warê jiyanê û perwerdeyê de bi berpirsiyariyeke hestên neteweyî li siberoja zimanê Kurdî xwedî derkevin û divê êdî her dem jiyana me bi Kurdî be!
Bi taybetî jî divê her Kurd her derfetên bipêşxistina ziman bi hestên niştimanperwerî pêk bîne. Li dibistanên Kurdî xwedî derketinê weke peywîreke Kurdbûn û mirovbûnê binirxînin!
Em li gelê xwe vê bangê dikin:
Bi Kurdî biaxêvin!
Bi Kurdî binivîsin!
Bi Kurdî bixwînin!
Bi Kurdî bihizirin!
Û her wiha
Bi Kurdî bijîn!
Divê em di bin her mercî de li zimanê xwe xwedî derkevin!
Bi vî hestî, em Rojên Zimanê Kurdî pêşwazî û pîroz dikin!”