KNK: Ji ber wexera Hozan Dilgeş, serê gelê me sax be

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê, ji ber wefata Hozan Dilgeş, sersaxî ji malbatê, dost û hevalên Hozan Dilgeş û tevahiya gelê Kurd xwest.

Di peyama nivîskî ya KNK'ê de wiha hat gotin:

"Hozan Dilgeş wek her hunermendekî welatparêz bi dil û can û wefadarî xizmetek mezin da huner û çanda Kurdî. Her wisa di jiyana xwe ya dengbêjiyê de di refên gel û bizava azadîxwaziya Kurdistanê ya rewa de cih vala nekir û her dem bi kar û erkên xwe yên pîşeyî û neteweyî xwedî helwest û soz bû. Wexera wî ya dawî cihekî berçav vala dike û şopa wî her dem li ber çav û hizra me de dimîne."

Di dawiya peyamê de KNK'ê sersaxî ji malbat, dost, hevalên Hozan Dilgeş re xwest.