'Em ê dengê Pîr Hozan Dilgeş li çiyayên Azad ên Şengalê bilind bikin'

Koordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan got, "Em soz didin ku em ê dengê Pîr Hozan Dilgeş li ҫiyayên Şengalê û Êzdîxana azad bilind bikin. Oxir be ji te re Pîr Hozanê kedê, xweş razê û cihê te bihûşt be."

Koordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan, ji ber wefata Hozan Dilgeş peyamek weşand û li ser navê hemû pêkhateyên civaka Êzidî ji malbata wî, gelê Kurdistanê û civaka Êzidî re sersaxî xwest.

Koordînasyonê bibîr xist, ku Hozan Dilgeş ji malbateke Êzidî ji ocaxa Pîrantiyê bû û wiha dewam kir: "Di baweriya Êzidiyatiyê de tembûr amûrekî pîroz tê dîtin û hemû qewl û beytên Êzidiyan bi muzîkê tên ser ziman. Bi taybetî ocaxa Pîrantiyê vê xizmeta pîroz tîne cih. Hozan Dilgeş, di temenekî biçûk de dest bi lêdana tembûrê dike û vî erkî digire ser milê xwe."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Hozan Dilgeş bi geşbûna şoreşa azadiyê re dibe deng û awazê çand û hunera şoreşgerî ya gelê Kurd û civaka Êzidî û wiha hat gotin;

"Hozan Dilgeş, dema ku navê Kurdî û hebûna Kurdan qedexe bû, wî bi deng û hestên xwe êş û derdê miletê xwe bi hunera xwe da jiyîn û di dilê her kesî de hêlîna xwe çêkir. Koça Hozan Dilgeş hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo hunera Kurd, bi taybetî ji bo civaka Êzidiyan windahiyeke mezin e. Ew nayê jibîrkirin.

Em careke din ji malbata wî û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku em ê dengê Pîr Hozan Dilgeş li ҫiyayên Şengalê û Êzdîxana azad  bilind bikin. Oxir be ji te re Pîr Hozanê kedê, xweş razê û cihê te bihûşt be."