Hevserokê KODAR'ê: Îran veneguhere wê xwe biqedîne

Bêrîtan: Eger Îranê karibe pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Îranê çareser bike, pêşerojekî rojî li pêşiya wê heye. Berevajî vê yekê bike wê mîna Seddam û Beşar Esed dawî li xwe bîne.

Bi lawazbûna DAIŞ’ê re ya li Sûriye û Iraq, gotûbêjên têkildarî guhertin û veguhertinên li Rojhilata Navîn, di serdema piştî DAIŞ’ê de zêdetir bûye. Hilbijartina Donald Trûmp ê weke Serokê Amerîkayê û zêdebûna krîzên navbera Îran û welatên Sûnî yên li herêmê, vê pirsê bi xwe re tîne ku gelo Komara Îslamê ya Îranê dikare krîzan li sînorê xwe dûr bixe?

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê Fûad Bêrîtan ji ANF’ê re têkildarî guhertinên li Sûriye, Iraq û pêvajoya piştî DAIŞ’ê nirxandin kir û got: "Şert û mercên li herêmê û her wiha wê her wext ne di qezenca Komara Îslamê de be."

'DAIŞ LI KU BIŞIKÊ, JIYAN LI WIR JI NÛ VE DIXULIQE'

Bêrîtan di destpêka nirxandinê xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna Kurd a li Sûriyeyê û got: "Qîrîna li herêmên di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de tê bihîstin. Şikestin û têkçûna DAIŞ’ê ya li herêmê, rastiyekê tîne ber çavê mirov; tenê hêzek kû serketinê leşkerî bi dest dixe û wekheviyê tîne, Kurd in û bi taybet alîgirên pradîgmaya demokratîk e. Li her cihê ku çeteyên DAIŞ’ê lê dişkên li wir, demokrasî û azadî ji nû ve tê hilberîn. Ev jî bi projeya Pergala Rojava a Federasyona Bakurê Sûriyeyê dibe. Ciheke kû hemû hemû ol, bawerî, netew û pêkhateyên di nava xwe de dihewîne. Di vê projeyê de ne civak parçe dibe belkû cara yekem e vediguhere ser formekî nû, ew jî yekgirtina gelan û yekîtiya civakan e. Ev proje dide nîşandan ku hijmendiya dewletê ya olperest, nîjatperest çiqas bê encam maye, şikestiye û pûç bûye."

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan, di axaftina xwe de pêvajoya ‘piştî DAIŞ’ê’ wê bandorekî çawa li Komara Îranê jî bike dinirxîne û dibêje: "Gelo piştî bi dawî hatina çeteyên DAIŞ’ê wê Komara Îranê di Rojhilata Navîn de bikaribe bi rehetî nefes bistîne. Qeyran û kirzên li Sûriye û Iraqê hêlaye ku heta demekê DAIŞ heyîna xwe livan welatan bide domandin, wan derfet daye ku Komara Îslamî çareseriyên pirsa siyasî û hiqûqî ya li nav welat û kirîzên heyî ji sînorên xwe dûr bigire."

NEÇARESERKIRINA KRÎZAN PÊVAJOYA RIZÎNÊ LEZTIR DIKE

Bêrîtan diyar kir ku şikestina DAIŞ’ê ya li Sûriye û Iraqê, her wiha hilbijartina Donald Trûmp ê ji bo Serokê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkî (DYA) û avakirina metirsiyan li ser welatên Erebî û destwerdana Îsraîlê ya li ser Komara Îslamî ya li herêmê hêlaye ku hê zêdetir hebûna Îranê ya li Rojhilata Navîn bi dawî bike. Bêrîtan destnîşan kir ku heyîna valatiya siyasî û çaresernekirina pirsa hiqûqî ya civaka Îranê, pêvajoya destwerdana bi leztir dike û wiha pêde çû: “Hişmendiya ku dibêje demokrtîkbûna rastî, tenê dikare bi rêveberiya asayîşê û dewamkirina muxalefeta heyî xwe ji kirîzan dûr bigire, lê mixabin zêdetir dikeve tengavî û ziyanên mezintir dibîne."

Bêrîtan bal kişand ku kêm maye hêzên ku ji bo destwerdana Îranê bikin, li gel têkoşîna Kurdistanê lihevkirinan çêbike. Dijberên Îranê dizanin ku di vê mijarê de ku helwest li ser Îranê bikin wê bi piştgiriya Kurdan be. Komra Îslamî ketiye pey wê yekê ku bi formîlên kilasîkî hêzên têkoşîna Kurd kontrol bike, di her dema ku gefekê li ser xwe dibîne statûya siyasî dide aliyê xwe. Têkoşîna li Sûriyeyê hate kirin îsbatkiri ku ne kirîzên siyasî û berdewamkirina zilmê dikare guhertinan bi xwe re bîne û ne jî destwerdanên derve dikare demokrasî û azadiyê bîne.

'EGER KU PIRSGIRÊK HATIN ÇARESERKIRIN, PÊŞEROJA GEL RONÎ YE'

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan têkildarî pêşketinên demokratîk ên li Îranê jî diyar dike ku Rojava karî hevsengiyên hêzên di nava Sûriyeyê de bide guhertin, ji xwe Rojhilatê Kurdistanê derfetê wê heye ku di aliyê siyasî de li Îranê pêşve biçe. Bêrîtan got: "Eger ku Îranê karî pirsa demokratîk a hundir û çareseriya pirsa Kurd li Îranê çareser bike, mijarên demokrasî û siyasî esas bigire pêşerojekî ronî li pêşiya gelê Îranê ye. Eger ku berovajî vê yekê bike wê dawiya wê mîna Sedan û Beşar Esed be."

Li ser pirsa di nava kirîzên heyî de wê çawa derbasî demokrasiyê bibe Bêrîtan wiha wiha got: "Lezbûna guhertinên herêmî û bal kişandina ser herêmekê, her wiha li herêm ketina nava lîstikan, dihêle ku destê hêzên mudaxelegir qaîmtir bike. Ji bo vê jî tenê amadbûna hişmendî û nebûna vîna siyasî ji bo kirîzan vegûherîne demokratîkbûnê, çareserkirina pirsa Kurd û pirsên din li Îranê têrê nake. Dema ku direng ket pirsa siyasî û hiqûqî ya Kurd dikeve rojeva Îranê. Wext wê her demê ne di berjewendiyê Îranê de be."

'ARMANCA KODAR’Ê AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK E'

Hevserokê KODAR Fûad Bêrîtan, têkildarî rola KODAR’ê ya di çareserkirina pirsgirêkan de jî ev nirxandin kir: "Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê xwedî wê kapasîteyê ye ku ji bo çereserkirina pirsa Kurd û mijara demokrasiyê ya li Îranê pêk bîne. Projeya siyasî ya KODAR’ê, ji bo rêveberiyekî demokratîk ku wekheviya jin, mêr, lihevkirinên siyasî, hewandina bawerî û netewên cuda li nav xwe ye, avakirina Netewa Demokratîk e. Sîstema Federasyona Bakurê Sûriyeyê mîna ronahiyekê, nexşerêya demokratîkbûn pêş ketiye, yek ji mînaka ber bi çav a projeya demokratîk ku KODAR dixwaze li Îranê bide rûnişkandine. Ji bo pêkanîna vê jî pêwîste lihevkirinê siyasî bên berfirehkirin û li ser fikir û xetên dîplomatîk lihevkirina gelên Îranê, avakirina mêzeyekî ji bo gav avêtina çareserkirina pirsgirêkan û demokratîkbûnê."

Bêrîtan bibîr xist ku hilbijartina serokê Komara Îranê heta astekê dikare zelal bike ku wê tercîha hikûmetê çiye; yan wê sitatûya heyî berdewam bike yan jî wê pêdîvî bi guhertina demokratîkbûna hundirîn a Îranê be.

Herî dawî Bêrîtan wiha got: "KODAR bi hemû hêza xwe ji bo modelekî demokratîk a ji bo civaka Îranê dixebite. Wê her demê bûyer, pêşketin û wext ne di berjewendiyê Îranê de be."