ROJANE
Hemû Nûçe
-
KCDK-E: Divê destûr ji polîtîkayên faşîst ên AKP'ê re neyê dayîn
KCDK-E, ji bo xurtkirina demokrasiyê bang kir, ku pêşî li polîtîkayên faşîst ên AKP'ê were girtin. -
DAIŞ'ê wê li sûkek sergirtî ya li Elmanyayê êrîş bikira!
Li bajarê Essen ê Elmanyayê, piştî ku sûkek sergirtî hat valakirin, derket holê ku komek selefî dixwest êrîşê bike. -
Malbatên endamên DAIŞ'ê yên biyanî ji Reqayê direvin
Bi operasyonên Xezeba Firatê re dor li Reqayê tê girtin û cih li çeteyên DAIŞ'ê teng dibe. Li gorî agahiyan, malbatên bi sedan çeteyan dest bi reva ji Reqayê kirine. -
Tirkan li Rotterdamê provokasyon kirin
Piştî ku wezîrên Tirk ên ji bo propaganda dîktatoriyê bikin xwestin bên Hollandayê û destûra hatina wan nehat dayîn, hin komên ji aliyê AKP'ê ve hatin birêxistin kirin, li Rotterdamê provokasyon kirin. -
Şervanê YPS'ê Ersoy li Darmstadtê hat bîranîn
Şervanê YPS'ê Dervîş Ersoy, ku di 2'ê Adara 2016'an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hat bîranîn. -
PADÊ: Bi xwerêveberî û xweparastinê pêşî li komkujiyan tê girtin
PADÊ şehîdên serhildana Qamişloyê bibîr anî û destnîşan kir, ku destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û Şengalê nîşan didin, ku her komkujî wê ji niha û pê ve bibe sedema berxwedanê. -
Helwesta 'NA' li Ewropayê deng vedide
Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dengê 'NA' bi ser bikeve, li Ewropayê karekî berfireh tê meşandin. -
Ozan Dilgeş jiyana xwe ji dest da
Ozanê Kurd Dilgeş jyana xwe ji dest da. Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî daxuyaniyek weşand û ji malbata Ozan Dilgeş re sersaxî xwest. -
Polîsên Hollanda, rê nadin Wezîra Tirk
Polîsên Hollandayê, konvoya ku wesayîta Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Betûl Sayan Kaya jî di nav de li sînor rawestand. -
Konferansa Mehdî Eker a li Swêdê jî hate betalkirin
Konferansa Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê û Wezîrê Berê yê Çadinî û Lawirvaniyê Mehdî Eker ê ku bi armaca piştgiriya ji bo destûra bingehîn a nû li paytexta Swêd a Stockholmê lidar bixe, hate betalkirin. -
Komîsyona YE: Alîkariyên malî yên ji bo Tirkiyeyê hate rawestandin
Endamê berpirsyarê Pêxsitina Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Johannes Hahn, ragihand ku hinek alîkariyên ku ji aliyê YE’yê ve ji bo Tirkiyeyê tên dayîn, dane rawestandin. -
Hollanda, rêya bejahî jî li Wezîrên Tirk girt
Li dijî betalkirina destûra Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Çavûşoglû ya li Elmanyayê, rêya bejahî ya ku Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Kaya ragihandibû ku wê bi rêya bejahî biçe Hollandayê jî hate girtin. -
Gerîla û şervanên li Şengalê jiyana xwe ji dest da hatin bibîranîn
Gerîla û Şervanên ku di êrîş çeteyên girêdayî PDK’ê de li Şengalê jiyana xwe ji dest dabûn, li Parîsê hatin bibîranîn. -
Muzisyenê ji Dêrsimê Emre Saltik jiyana xwe ji dest da
Yek ji muzisyenên gel yê herî girîng, Muzisyenê ji Dêrsimê Emre Saltik îro di seatên nîvro de jiyana xwe ji dest da. -
Li Darmstadtê xebatên ji bo 'NA' didomin
Li bajarê Elmanya Darmstadtê ji bo dengê 'NA' xebatên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê didomin. -
Li Amed û Îzmîrê çalakiya xizmên windayan didome
Li Amed û Îzmîrê xizmên winda û parêzvanên mafê mirovan, aqûbeta kesûkarên xwe yên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin pirsîn. -
PYD: 12’ê Adarê rê li ber Serhildanan vekir
PYD’ê, şehîdên serhildana 12’ê Adarê bibîr anî û got: “Gelê me gavên dîrokî avêtin û komployên dijmin, her çiqasî xurt û bi hêz jî bin wê gav bi şûnde neavêjin.” -
Hollanda destûra Çavûşoglu neda!
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu gotibû îro ew ê biçe Hollanda lê Hollanda destûr neda. -
HDK: Keveneşopiya komkuj AKP/Erdogan didomînin
HDK ji ber sedema meha Adarê ku komkujî lê hatine jiyîn daxuyaniyeke nivîskî da û kevneşopiya zextê û komkuj niha Erdogan/AKP didomînin. -
Dadgeha Swîsre, şexse ku ANF’ê reş kir mehkûm kir
Doza ku li ser nûçegihanê ajansa me ya Swîsrê Serkan Demîrel hatibû vekirin ket, kesê bi navê C.D ku nûçegihanê me û ajansa me reş dikir cezayê girtîgehê xwar. -
Rêxistina Efûyê: Rapora NY’yê lêkolînên me rast derdixîne
Dîrketerê Ewropayê yê Rêxistina Efûyê ya Navnatewî John Dalhuîsen piştî rapora Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya têkidarî komkujiyên dewleta Tirk a li Kurdistanê daxuyanî da. -
Li Elmanya bangên ji bo boykota turîzma Tirkiyê zêdetir dibe
Ji ber sedema polîtîkayên faşîst ên li Kurdistan û Tirkiyê tê zanîn ku turîstên Elman ji peravên Tirk dûr dikevin. Hijmara turîstên Elman ên 5,6 6 milyon bûn û 2016’an ev dakete 3.9 milyonî. -
Li Munîhê banga ji bo Barzanî: Dev ji îxanetê biqere!
Li Munîh û Berlînê ya Elmanya bi mebesta êrîşa çeteyên PDK’ê yên bi ser Şengalê de werin şermezarkirin çalakî hatin lidarxistin û bang li Barzanî hate kirin ku dev ji îxaneta xwe biqere. -
Sedema her kesî ya ji bo ’na’ heye
Me li gelê Izmîrê guhdarî kir ku di referandûmê de dengê ‚’na’ herî pir wê li wir derkeve. Gel rejîma yek zilamî naxwaze! -
Mîtînga Çavuşoglu ya Rotterdamê jî hate qedexekirin
Li Rotterdamê mîtînga Wezîrê Karê Derve Mevlûd Çavuşoglu ya ji bo referandumê hat qedexekirin.