Danîmarkayê mîtînga AKP'ê betal kir

Hikûmeta Danîmarkayê, bernameya Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim betal kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrê Danîmarkayê ve ji bo çapemeniyê hatî weşandin de, hat diyarkirin ku di rojên dawî de aloziyên di navbera Almanya, Hollanda û Tirkiyeyê de ev biryar hatiye girtin.

Serokwezîrê Danîmarka Lars Lokke Rasmussen wiha got: "Di şert û mercên asayî de min di xwest bi Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim re bûyerên dawî gotûbêj bikim. Li dijî nêzîkatiyên Tirkiyeyê ya ji bo Hollandayê, bi awayekî cuda nirxandina serdanê wê ne mimkûn be. Ji ber vê yekê min ji Tirkiyeyê xwest ku vê serdanê betal bikin.”