Daxuyaniya KCDK-E ya li ser komkujiyên Gazî, Qamişlo û Helebçeyê
KCDK-E komkujiyên Gazî, Qamişlo û Helebçeyê şermezar kir û bang li gelan kir, ku ji bo azadiyê berxwedanê geş bikin.
KCDK-E komkujiyên Gazî, Qamişlo û Helebçeyê şermezar kir û bang li gelan kir, ku ji bo azadiyê berxwedanê geş bikin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji ber salvegera komkujiyên Gazî, Qamişlo û Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yên li Gazî, Qamişlo û Helebçeyê qewimîn, polîtÎkayên komkujiyê ne, ku mirovahî qedandin û hiqûq binpê kirin."
KCDK-E diyar kir, berpirsyarên komkujiyên Helebçe, Gazî û Qamişloyê dîktatoriyên Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ne û got, "Di sala 1988'an de Seddam li Helebçeyê li dijî Kurdan çeka kîmyewî bikar anî. Komkujiya Helebçeyê Îna bi xwîn e. Weke qirkirinek li gelê Kurd cihê xwe di dîrokê de girt. Bi qasî 5000 mirov mirin, bi hezaran birîndar bûn û rê li ber birînên giran vekir."
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, di 12'ê Adara 1995'an de, di êrîşa çekdarî-bi xwîn a dijî qehwexaneyeke li taxa Gazî ya Stenbolê de, 22 kes bê rehm hatin kuştin û hat gotin, "Kujer hê nehatine darizandin. Xizmên qurbaniyan ev 22 sal in diêşin."
KCDK-E da xuyakirin, ku di 12'ê adara 2004'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji ber pêkanînên rejîmê komkujî li gelê Kurd hat kirin û di vê bûyerê û yên piştî wê de 52 mirovên bêguneh hatin kuştin, bi sedan hatin birîndarkirin û girtin.
KCDK-E destnîşan kir, ku pîvanên hiqûqa gerdûnî li pêş çavên tevahiya cîhanê hatine binpêkirin û got, "Ev desthilatdarên ku li Gazî, Qamişlo û Helebçeyê gelê me yê welatparêz kuştin, van komkujî û qirkirinan didomînin. Dîrok wê van komkujiyan mehkûm bike."
'JI BO AZADIYÊ EM BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN'
Di dewama daxuyaniyê de fermana 73'an a li civaka Êzidî li Şengalê hat rakirin hat bibîr xistin û hat gotin, "Mîna ku ev têrê nake, PDK a ku gelê Êzidî di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de hişt, vê carê bi dewleta Tirk a qirker planan dike ku Şengalê dagir bike."
KCDK-E da xuyakirin ku ew komkujiyên Gazî, Qamişlo û Helebçeyê şermezar dikin û li dijî dagirkerî û zilmê bang li gelan dike, ku ji bo azadiyê berxwedanê geş bikin.