'Berî ku darbest ji girtîgehan derkevin, divê heyet bi lezgînî biçe'

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 26. de ye. Berdevka Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re Selma Altan destnîşan kir, ku berî darbest ji girtîgehan derkevin, divê heyet biçe girtîgehan.

26 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakran Alîaga ya Îzmîrê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, mafên mirovan nema li girtîgehan bên binpêkirin û dawî li îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk were anîn, di 15'ê Sibatê de ketin greva birçîbûnê.

Tevî kontrolên kêfî, li vê girtîgehê xwarin gelekî kêm û neçê tê belavkirin, bersiv ji pêwîstiya girtiyan a bi doktor nayê dayîn û ji bo mûayeneyê jî kelepçekirina destan li ser girtiyan tê ferzkirin.

Ji ber cezayên têkilî û ragihandinê li girtiyan hatiye birîn, agahiyeke zelal ji nava girtîgehê nayê bidesxistin.

'MAFÊN MIROVAN DI ASTEKE GIRAN DE TÊN BINPÊKIRIN

Berdevka Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re Selma Altan da xuyakirin, ku demeke dirêj e bi rengekî binpêkirina rûmeta mirovan mafên girtiyên li Girtîgeha Şakranê tên binpêkirin û wiha dewam kir:

"Li hewşê nikarin hev bibînin. Li ser piyan sermijartina wan tê kirin. Dema derdikevin hewşê jî, heta pêlavên wan, lêgerîn li ser wan tê ferzkirin. Xwarin gelekî nebaş e û gelekî kêm tê dayîn. Bersiv ji pêwîstiya girtiyan a bi doktor nayê dayîn. Dema dibin mûayeneyê jî, ji ber ku destên girtiyan kelepçe dikin, nayên dermankirin. Qada civakî ji her alî ve li girtiyan ahtine qedexekirin, pirtûkxane jî di nav de."

'DIVÊ TIŞTEK WERE KIRIN'

Altan da xuyakirin, ku li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin, moralê girtiyan di cih de ye û bi biryar in greva birçîbûnê bidomînin. Altan got, "Ev rewşa tirsnak a li Girtîgeha Şakranê hê nehatiye çareserkirin. Derfeta dîtina midûr û dozgerê girtîgehê nîne. Bang li parêzvanên mafên mirovan û raya giştî dikim ku di vî warî de tiştekî bikin."

Altan da zanîn, ku li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê jî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk heye û bi rêya kamerayên li qewîşan hatine bicihkirin, girtî 24 saetan tên şopandin.

GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Li beşa T2 a Şakranê: Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mûstafa Akaş, Cengîz Dogan, Necdet Kaya, Erhan Erguz, Mûrat Dûran, Kasim Ozdemîr.

Beşa girtî ya T3 a Şakranê: Zana Yaktin, Îhsan Balkaş, Ozgur Guçlu, Ozkan Yaşar, Aslan Îlhan.

Beşa T4 a Şakranê: Abdullah Aksû, Yûsûf Ozdemîr, Ronî Yavûz, Mûhammet Birû, Şivan Bîlîk, Ahmet Azad, Nayîf Yargin, Veysî Kaya.

Beşa jinan a Şakranê: Hurriyet Dogan, Mahsûne Şedal, Cîhan Asî, Meryem Soylemez, Gûrbet Ozturk.