Newroz li Bremenê hat pîrozkirin

Newroz li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi şevekê hat pîrozkirin.

Newroz li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi şevekê hat pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Koma Volkanê Şoreşê sirûda "Ey Reqîp" xwend.

Şev bi axaftina nûnerên NAV-DEM, PYD û Kongreya Îslamî ya Demokratîk dest pê kir.

Qisekeran cejna Newrozê pîroz kirin û dan xuyakirin, ku Newroza îsal xwedî wateyeke cuda ye. Her wiha destnîşan kirin, ku gelê Kurd wê bi her awayî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe îsal bilindtir bike.

Qisekeran her wiha xwestin, di referandûma 16'e Nîsanê de dengê NA bê dayîn.

Piştre Hozan Demhat, Sîmar, Dilo Dogan, Koma Agirê Rojava, Hejar Alîen, Sîvan, Şahiya Kursiya Zerîn derketin ser dikê.