Balûken: Êdî divê hikumet gavê biavêje
Îdrîs Balûken destnîşan kir ku ji niha û pê ve divê dewlet û hikumet gavê biavêje.
Îdrîs Balûken destnîşan kir ku ji niha û pê ve divê dewlet û hikumet gavê biavêje.
Bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo re PKK'ê kongreya xwe ya awarte ya 12'emîn pêk anî. Biryarên kongreyê ku di navbera 5-7'ê Gulanê de hate lidarxistin, di 12'ê Gulanê de bi cîhanê re hatin parvekirin. Bi biryarên PKK'ê re nîqaşên li ser diyalog û çareseriyê derbasî qonaxeke nû bû.
Endamê Heyeta Îmraliyê ya pêvajoya 2023-2015'an Îdrîs Balûken li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Em di rojên girîng ên dîrokî re derbas dibin. Bi taybetî piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Birêz Ocalan ku 27'ê Sibatê eşkere kir, hêviyên ji bo aştiyê şênber bûn. Ev yek tê wateya hêviyeke mezin a ji bo aştiyê. Bi giranî weke gava destpêkê tê pênasekirin. Lê bi dîtina min ev yek dikare weke gava dawî ya ber bi wê rêyê ve ye ku demeke dirêj e dewam dike."
Îdrîs Balûken destnîşan kir ku di rewşa heyî de hin gav hene ku divê bêne avêtin û got, "Yanî pêwîstî bi gavên welê hene ku hevdu xwedî bike, hevdu mezin bike, bike ku careke din ji nuqteya heyî neyê vegerandin. Divê ev yek bêne kirin."
Têkildarî naveroka van gavên ku ji aliyê dewlet û hikumetê ve bêne avêtin jî Îdrîs Balûken got, "Hem ji tecrûbeyên pêvajoya çareseriyê hem jî ji naveroka banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a 27'ê Sibatê naveroka van gavan tê zanîn û ji raya giştî re hate ragihandin. Yanî divê gavên hiqûqî û siyasî bêne avêtin. Dawiya dawî tişta ku em jê re aştî dibêjin, ne tenê bêdengkirina çekan e. Di heman demê de avakirina paşerojeke wekhev, bi rûmet û demokratîk e. Li cihê ku çek bêdeng dibe, aştî tê wateya axaftina dilan. Meseleyeke Kurd heye ku 100 sal li pey xwe hiştiye. Mafên bingehîn ên gelbûyînê yên gelê Kurd hene, ev mafên bingehîn jî li pîvanên gerdûnî tên ku di asta navneteweyî de ji aliyê mirovahiyê ve têne qebûlkirin. Ez weke gelê Kurd pênase dikim, lê belê di şexsê gelê Kurd de ji bo hemû gelên bindest ên li Tirkiyeyê ye. Lewma ji bo zemîna hiqûqî û siyasî bê avakirin di dema pêş de divê meclîs bi înîsiyatîf rabe û rayedarên dewlet û hikumetê, saziyên ku wan diyar kirine, komîsyonên wan diyar kirine di vê mijarê de bixebitin."
Îdrîs Balûken destnîşan kir ku pêwîstî bi başkirin û sererastkirina zemîna civakî jî heye û got, "Amadekirina zemîna siyasî û hiqûqî ji aliyê qanûnî ve û amadekirina her beşên civakê ji aliyê civakî ve, wê ji bo pêkhatina aştiyê gelekî girîng be."