Sûriye: Me balafira şer a Îsraîlê xist xwarê
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Sûriyeyê ragihand, wan îro li nêzî bajarê Palmîrayê jeteke Îsraîlê anîne xwarê.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Sûriyeyê ragihand, wan îro li nêzî bajarê Palmîrayê jeteke Îsraîlê anîne xwarê.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Sûriyeyê diyar kir, çar jetên Îsraîlê danê sibehê ketine nava qada hewayî ya Sûriyeyê û li nêzî bajarê Palmîrayê li hedefeke leşkerî xistine.
Li gorî daxuyaniyê, fuzeyên sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê, jeteke Îsraîlê xistiye xwarê, yek jî derb kiriye. Di daxuyaniya Sûriyeyê de hat ragihandin, helwesta Îsraîlê weke 'helwestek êrîşkar a alîkariyê dide DAIŞ'ê' hat binavkirin.
Rojnameya Îsraîlê Haaretzê jî ev şîrove kir: "Ji destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve, di nava şeş salan de cara yekemîn e her du welat di vê asta cidî de ji aliyê leşkerî li hev rast tên."