Piştî Kantona Zurîh û Aûrgaû û şûnde, îro polîsên Kantona Baselê Federasyona Komeleyên Çandê ya Îslamî ya Tirk ên Swîsreyê ku nêzîkî AKP’ê û MHP’ê tê naskirin, bernameya kêfxweşî û çandê ya bi navê “Çanakala geçilmez” ku plandikir li salona dawetê ya Basel Hazal ku sibehê şev lidar bixe, betal kirin.
Armanca vê aktivîteyê propagandaya referanduma 16’ê Nîsanê bû. Di heman demê de hunermendên faşîst ê wekî Mûstafa Yildizdogan û Nejla Çakmakçi jî vexwendibîn vê bernameyê.
Bi bîhîstina bernameyê re Polîsên Lanschatê ji ber ewlekariya bajêr bi daxuyaniyekê betalkirina aktivîteyê ragihand.
KOMÊN ANTÎ-FAŞÎST GOTIBÛN EGER HÛN NEKIN EM Ê BIKIN
Beriya niha gelê Swîsreyê û komek antî faşîst ji rêveberiya kantonê re ragihandibû ku eger hûn aktivîteya van faşîstên Erdogan betal nekin em ê bikin.