16 girtiyên din tevlî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûn
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Girtîgeha Edîrneyê, di roja 23. de ye. 16 girtiyên din tevlî çalakiyê bûn.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Girtîgeha Edîrneyê, di roja 23. de ye. 16 girtiyên din tevlî çalakiyê bûn.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, ku 6 girtiyên li Girtîgah Tîpa F ya Edîrneyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîhatina li zext û îşkenceyê dan destpêkirin, di roja 23. de ye.
16 girtiyên din duh tevlî greva birçîbûnê bûn. Girtiyan gotin, heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê greva birçîbûnê bidomînin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe bang li her kesî kirin ku bala xwe li ser mijarê be.
Hat ragihandin, rewşa tenduristiyê ya 3 ji 6 girtiyên di 22'ê Sibatê de dest bi grevê kirine, nebaş dibe.
Navê van 6 girtiyên di çalakiyê de wiha ye: Samî Geylanî, Alî Kûrt, Enver Baysal, Ramazan Kizildag, Zerdeşt Odûncû, Mazlûm Bataray.