Topbaş ê AKP’yî jî wê were girtin?

Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê Topbaş ji bo Stenbolê ‘xweserî’ xwest.

Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş tevlî bernameya referandûmê bû ku ji hêla Seroktiya Navçeya Buyukçekmece ya AKP’ê ve hatibû amadekirin.

Topbaş peyama ‘xweserî’yê da ku bi vê hincetê HDP û DBP’yî hatibûn girtin. Topbaş ji bo Stenbolê wiha got:

‘’Em weke Şaredariya Mezin a Stenbolê dixwazin rayeyên me werin zêdekirin. Bi ser de me ji bo Stenbolê yasayeke taybet xwest. Çima? Ji bo ku em zêdetir xebatan bikin (…) Ango em bi yasaya Meletî, Denizlî, Amedê, bi yasaya van şaredariyên mezin têne birêvebirin, nabe, nameşe. (…) Ez dibêjim; bila Stenbol xwe bi rê ve bibe, bila mudaheleyên din nebin, bila ew biryara xwe bide. Ev şaş e?’’