Cenazeyê Endamê Saziya Kurdistanê Riza Kotîkyan hate veşartin

Cenazeyê Endamê Komîteya Saziya Kurdistan a Êrîvan a Ermenîstanê Riza Kotîkyan, ê ku 14’ê mehê di encama derbaskirina kirîza dil de, jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Gundê Rêya Taze hate veşartin.

Endamê Komîteya Saziya Kurdistan a Êrîvanê Riza Kotîkyan, di temenê 68’an de, jiyana xwe ji dest da.

Piştî sê rojan ku hemû dost û hevalbendê wî lê kom bûn, darbesta cenazeyê Kotîkyan li konê şînê yê li ber derê Kotîkyan hatibû danîn bi ala PKK’ê û gulan hatibû xemilandin. Li vir bi dehan jin, dost û kesûkar li derdorî darbestê civiyan, bi muzîka Balaban, koma deben Sevto lorandin. Her wiha di merasîmê de gelek kes ji Ermenîstan, Ewropa , Tirkiye û Rûsyayê û bi hezaran kes amadebûn.

Piştî wecîbeyên ayînî bi cih anîn û şûn de, îro piştî saetên danê nîvroyê bi tevlîbûna sedan welatiyan cenazeyê Riza Kotîkyan li ser milan heta goristana gundê Rêya Taze birin û li goristanê veşartin.

Piştî ku cenazeyê Kotîkyan hate veşartin û şûn de girseya gel derbasî salona Dibistana Rêya Taze bû. Li vir ji bo xêra Riza Koîkyan xwarina ku hatibû amadekirin hate dayîn. Li vir gelek sazî û rêxistinên Kurd beşdar bûn û axaftin kirin.

Davût Karasû li ser navê Komîteya Kurdistanê axivî û got: “Bila xwedî Riza Kotîkyan bi rehma xwe şa bike, di serî de serê heval Mazlûm Şengalî û malbat, heval û dostê wî sax be.”

Karasû, bal kişand ser kesayeta Kotîkyan û diyar kir ku kesekî disoz û welatparêzê axa xwe bû, ji roja ku PKK nas kir û vir ve heta dawiya jinan xwe di nava têkoşîna gelê Kurd de cih girt.

RIZA KOTÎKYAN KIYE?

Riza Kotîkyan di sala 1949’an de li gundê Rêya Teze ya navçeya Akbaranê hatiye dinê. Kotîkyan kesekî welatparêz bû. Ji sala 1990’an û vir ve nasîbûna wî bi Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê re çêbû, ji wê rojê û şûnve heta temenê xwe yê dawî weke endam di karê Komîteya Kurdistanê de erkgirt û xebat da meşandin. Kurê Kotîkyan Mazlûm Şengalî yê biçûk tevlî tevgera PKK’ê bûye û heta niha jî di nav de ye. Riza Kotîkyan di 14’ê Adara 2017’an de ji ber derbaskirina kirîza dil jiyana xwe ji dest dide.