JI MOP’ê mesaja Newrozê

MOP’ê Newroz pîroz kir û got’’Em bang li gelê xwe, gelan, demokrasîxwazan dikin ku li dijî destûra faşîst, dîktaya yek zilamî û polîtîkaên qirkirinê, di referandûma Tirkiyê de bibêjin, ‘NA’.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) daxuyaniyeke nivîskî li ser navê gelên Asûrî/Suryanî /Keldanî  da û gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG û pêkhateyên din ên têkoşîna azadiya slav kir û Newroz pîroz kir.

Di daxuyaniyê de di Şexmê Mazlûm Dogan, yek ji kadroyê pêşeng ê PKK’ê ku di zindana Amedê de bi çalakiya xwe mizginiya serfirazî da, şehîdên şoreşê, sosyalîzm û demokrasiyê bi bîr anîn û hate gotin: ‘’ Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîzaynkirinê re derbas dibe. Helbet muxatabê sereke yê vê dîzaynê Mezopotamya/Kurdistan e. Gelê Kurd ê ku  li vê cografyayê dijî hêza diyarker û demokrasiyê ya vê dizaynê ye. Êdî di vê dîzaynê de bi pêşengiya têkoşîna demokrasiyê ya Kurd, gel wêb i vîna xwe cihê xwe bigirin. Geşedanên demokratîk ên Rojava mînaka vê ya hişkere ye. Raya giştî ya dinyayê di rastiya Rojhilata Navîn de ev baş dît; mezhebî Persî, miletperweriya Erebî, hişmendiya nîjadperest a Tirk jiyanê li gelan, li dînan, li çand, bawerî, jin, demokrasî û xwezayê dikine jehr. Ev jehr li gelek deverên dinyayê belav kirin. Jehrkuja vê jehra siyasî perspektîfa demokrasiya civakî ye ku gelê Kurd li navenda Mezopotamya/Kurdistanê ava kiriye.

Dewleta Tirk, Erdogan û hikûmeta AKP ên ku ku ji mîmarê vê perspektîfa demokrasiya civakî Birêz Ocalan ditirsin, nahêlin ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Hevserokên HDP’ê, wekîl, şaredarên DBP’ê, nûçegihan, demokrat, bi hezaran mirov girtin. Bi vî rengî Erdoganê faşîst jê weye ku wê PKK’ê, têkoşîna demokrasiyê biqedîne. Yên beriya Erdoganê faşîst jî wiha fikirîn. Dîrokê baş nîşan da bê ka kî têk çû. Erdogan weke psîkopatekî tevdigere ku nizane wê êrîşê bi ser kû ve bibe. A rast karekterê Erdogan karekterê rastîn ê dewleta Tirk e ku 1915’an bi qirkirina Seyfo/Jenosîdê pêk hatiye. Ev hişmendî îro li ser Kurdan qirkirinê pêk tîne. Ev polîtîkaya qirker di şexsê Kurdan de li dijî gelan, demokrasiyê û mirovahiyê tê kirin. Em weke MOP’ê bang li gelê xwe, gelan, demokrasîxwazan dikin ku li dijî destûra faşîst, dîktaya yek zilamî û polîtîkaên qirkirinê, di referandûma Tirkiyê de bibêjin, ‘NA’

Her wiha em êrîşên PDK’ê yên bi ser civaka Êzîdî de şermezar dikin. Em dibêjin divê Êzîdiyên Şengalê azad bibin, Êzîdî xwe bi rê ve bibin. Ji bo raya giştî jî banga me ew e ku êrîşên PDK’ê yên bi ser Êzdiyan de bidin rawestandin, destekê bidin Êzîdîyan.