Li Stockholmê êrîşên AKP-PDK’ê li ber parlamentoyê hatin şermezarkirin
Êrîşên çeteyên AKP-PDK’ê yên bi ser Şengal û Minbicê de li Stockholmê, li meydana Mynntorget a li ber parlamentoyê hatin şermezarkirin.
Êrîşên çeteyên AKP-PDK’ê yên bi ser Şengal û Minbicê de li Stockholmê, li meydana Mynntorget a li ber parlamentoyê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de ku bi banga PAJK û Navenda Civaka Demokratîk a Stockholmê pêk hatî û Ciwanên Azad jî destek dayî, êrîşên bi ser Êzîdiyên Şengalê de yên PDK’ê ku bi rejîma Erdogan ê faşîst re hevkariyê dike hate şermezarkirin.
Axaftvanan diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo ku destkeftiyên Rojava tine bike serî li her cure rêbazên derî exlaq dide, peymanên navnetewî binpê dike, bang li PDK’3e kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi AKP’ê re bîne ku dixwaze Kurdan ji holê rake. Bang li hikûmeta Swêd jî hate kirin ku êrîşên bi ser Şengal û Rojava de şermezar bike.
Di çalakiyê de banga yekîtiya netewî hate kirin, dirûşmên şermezarkirinê yên AKP-PDK’ê hatin berzkirin. Her wiha hate gotin, ‘’Destê xwe yên bi xwîn ji Şengalê û Rojava vekişin’’, ‘Bijî berxwedana Şengalê’’, ‘Bijî berxwedana Rojava’’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘PKK gel e gel li vir ‘’