Stenbol wê qedexeya Newrozê nas neke

Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê li dijî walitiya ku dixwaze pîrozbahiya Newrozê asteng bike helwest nîşan da û got, ‘’Eger destûr ê nedin pîrozkirina li navçeyan tiştekî ku em bikin nîn e. Gel wê însiyatîva xwe bi kar bîne."

Komîteya Amedekar a Newroza Stenbolê ji bo daxwaza astengkirina Newozê ya ji hêla walitiyê ve ku tê plankirina 19’ê Adarê li Bazara Gel a Bakirkoyê, bi dirûşma ‘’Em ê teqez bi ser bikevin’’, li Bînahiya HDP’ê ya Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li ser navê komîteyê Mustafa Elma axivî û got: ‘’Du bersiv ji bo serlêdana me hate dayin û hate gotin ew ê 19’ê Adarê destûrê nedin. Pîrozkirina cejnê kirine mijara destûrê, em li dijî vê hişmendiyê ne. Li dijî hişmendiya Deheq divê em têbikoşin. Me got pîrozkirina 21’ê Adarê em qebûl nakin. Wan jî got tiştekî ku ew bikin nîn e.’’

Elma diyar kir ku wan bang kiriye kul li hemû qadên Stenbolê, wê agirê Newrozê were vêxistin û got: ‘’Li hemû qadan me plana pîrozkirina Newrozê danî. Newroz ne bûyerek e ku bi qada mîtîngê were pîrozkirin. Ji ber xwe ve li kuçeyan wê were pîrozkirin. Walîtî dibêje ji bo 21’ê Adarê em dikarin biaxivin lê ev ne rasteqînî ye. Hin navçeyan ji bo 21’ê Adarê serî lê dabûn lê nehate qebûlkirin.’’

‘GEL BI HER RENGÎ WÊ PÎROZ BIKE’

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Mustafa Avci jî wiha got: ‘’Em bikin jî nekin jî gel wê cejna xwe pîroz bike. Heke destûrê nedin pîrozbahiyên navçeyan tiştekî ku em bikin nîn e. Gel wê însîyatîva xwe bi kar bîne. Em ê jî li cem gel bin. Heke 19’ê wê desûr bidana li navçeyan wê 21’ê Adarê bihata pîrozkirin. Berê hatibû plankirin. Heke ev nebe gel li kuçeya xwe wê agirê xwe pêxe, govenda xwe bigire û ‘NA’yê birêxistin bike.’’

Hevberdevkê Stenbolê Şamîl Altan jî wiha got: ‘’Li vî welatî qanûnên demsalî hene. Par destûr dabûn lê îsal destûrê nadin. Ev polîtîka li gorî pêdiviyên desthildatdariyê diguhere. Dibêjin bila îsal 21’ê Adare be. Ji bo 21’ê Adarê daxwaza me hebe em nizanin bê ka wê were qebûlkirin an na.’’