Newroz li St. Gallenê hat pîrozkirin
Kurdan li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê Newroz pîroz kirin. Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê jî peyama 'NA' hat dayîn.
Kurdan li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê Newroz pîroz kirin. Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê jî peyama 'NA' hat dayîn.
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, gelê Kurd tevî dostên xwe Newroz pîroz kir. Girseya gel li navenda bajêr ji Martplatzê bi meşaleyan dest bi meşê kirin û li dijî Erdogan dirûşme qîriyan.
Piştî vê meşê, li parka St. Leonardê pîrozbahiyê dest pê kir. Li ser navê DEM-KURD'ê Zeynel Aslan li vir axivî û komkujiya Helebceyê şermezar kir. Aslan da xuyakirin, ku Erdogan niha bi rola Saddam radibe û destnîşan kir, bi berxwedanê pêşî li dîktatoriyê dikare were girtin. Aslan got, "Mazlûm Dogan li zîndana Amedê ev yek bi sê derbikên niftikê nîşanî me da. Mehmet Tûnç, tevî ku zanîbû wê bedena wî bibe agirê Newrozê, bû dilsozê vê bîrdoziyê. Em ê jî bi rengekî topyekûn, di 16'ê Nîsanê de bi vê bîr û baweriyê ji zîhniyeta tekparêz û faşîst re bêjin 'NA'."