HDK-Fransayê ji bo beşdarbûna xurt a li Newrozê bang kir

HDK-Fransayê ji bo beşdariyeke xurt a li Newroza ku wê îro li Parîsê were pîroz kirin, bang kir.

Hevberdevkiya HDK-Fransayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Cejna Newrozê ya ku bûye sembola gelê Kurd a berxwedana li hemberî zilm û zordariyê, di van rojan de yên ku pêdiviya me bêtir bi yekîtiyê heye, ji bo hemû Kurdan bûye sembola xeyala azadiyê.

Di vê roja girîng de ya ku bi helwesta Mazlum Doğan bêtir watedar bûye yê ku Kawayê Hesinkar ê nûjen e, ji bo redkirina pergala ku li ser Kurdan tê ferz kirin em ê li qadan bin.Di vê cejnê de ya ku gelê Kurd bi coş pîroz dike, di serî de ji bo Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî serbest bibin, ji bo teşhîrkirina komploya li Şengalê, li Tirkiyeyê ji bo ji rejîma dîktaroriyê ya ku li ser gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd em biqîrin bibêjin NA, em hemû gel û dostên xwe vedixwînin Cejna Newrozê ya ku wê di 18’ê Adarê di saet 10’an de li Sarcellesê were pîroz kirin