Piştî mişextîkirina girtîgehê berxwedan hê meztir bû
5 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku ji bo zextên li girtîgehan û binpêkirinên mafan şermezar bikin ketibûn girêva birçîbûnê mişextî girtîgehên din kirin.
5 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku ji bo zextên li girtîgehan û binpêkirinên mafan şermezar bikin ketibûn girêva birçîbûnê mişextî girtîgehên din kirin.
Girtiyên PKK, PAJK’ê yên ku li dijî binpêkirin û kirinên kêfî yên li girtîgehan 15’ê Adarê dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin têne mişextîkirin. 5 girtiyên siyasî yên ku tevlî girêvê bûbûn 16’ê Adarê mişextî girtîgehên din hatin kirin.
5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo ku ketibûn girêva birçîbûnê ya 15’ê Adarê ji hêla rêveberiya girtîgehê ve piştî bi rojekê mişextî Girt^geha Kandira a Izmîtê kirin.
Piştî mişextîkirina girtiyan girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê ya bi Tîpa E’yê nîv saetê dirûşmên ,’’Zext nikarin me têk bibin’’ helwest nîşan dan. Piştî çalakiya dengderxistinê 40 girtî duh bi biryarekê dest bi girêvar birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Daxwazên 40 girtiyên ku ketin girêvar birçîbûnê:
‘’Bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser girtiyan rabe, bila şertên muzakereyê pêk werin, bila dawî li binpêkirinên mafan were anî, bila êrîşên bi ser gundan de werin rawestandin.