Li Kolnê şehîdên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin bibîranîn

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi bîranînekê kesên ku di qirkirina 16’ê Adara 1988’an li Helebce, 12’ê Adara 2014’an li Qamilşlo û 12’ê Adara 1995’an li Gaziyê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

Bîranîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê ve despê kir. Di bîranîna gelek Kurdistanî beşdar bû de, Nûnerên PJAK, PYD, jinên Başûrê Kurdistanê û nûnerên Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê axaftin kirin. Di axaftinên hatin kirin de şehîd hatin bibîranîn û qetlîam hatin şermezarkirin. Her wiha disa di axaftinan de bal kişandin ku xeta îxanetê li Kurdistanê gelek caran derketiye pêş û herî dawî jî li Şengalê dîsa derket holê.

Başdarvanan ji bo ku Qirkirina Helebce weke Qirkirinê bê binavkirin bang kir, diyar kirin ku ji bo vê divê di aliyê saziyên navneteweyî de bikevin nava hewldanan.

Di bîranînê de sînevîzyona ku li ser şehîdên Helebce hatibû amadekirin hate nîşandan.

Herî dawî bîranîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.