26 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya Aliaga ya Îzmîrê bi daxwaza ku bila tecrîda li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, li girtîgehan dawî li binpêkirina mafan, îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk were anîn, di 15’ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Li girtîgeha ku greva birçîbûnê ketiye roja 30’emîn, tevgerên ji kêfî yên wekî hejmartina li ser lingan, dema derketina bêhnstendinê de kontrolkirina hundir û binê solê tên ferz kirin.
Li girtîgehê pêdiviya ku mirov divê biçe ba bijîşk nayê bi cîh anîn, dema ji bo mûayeneyê jî dibin, tedaviya bi kelepçe tê ferz kirin.
Li Şakranê demên hevdîtinê jî tên asteng kirin, gardiyan di dema hevdîtin û lêgerînan de her dem serdêran aciz dikin. Di dema hevdîtina rûbirû de gardiyan her dem li nava maseyan digerin, di temaseke biçûk a çavan yan jî di nîqaşeke gotinkî de êrîşî malbatan dikin.
Mirov nikare xwe bigihîne midûr an jî kesên rayedar. Li Girtîgeha Şakranê ya ku bûye navendeke îşkencekirinê ya bi pergal, her roj nûçeyeke binpêkirina mafan û îşkenceyê tê. Girtîgeha ku malbatên diçin serdana girtiyan jî rastî miameleya xerab û îşkenceya fîzîkî tên, ji ber ku cezayê têkiliyê dane girtiyan jî, mirov nikare agahiyên rast û dirust werbigire.
‘CEZA LI SERDÊRAN TÊN BIRRÎN’
Malbat jî ji ber rûdanên li Girtîgeha Şakranê bi fikar in. Serdêrên ku di dema têketina girtîgehê û lêgerînê de rastî tacîza devkî û fîzîkî tên, ji ber ku bertekan nîşan didin, cezayê hevdîtinê yê mehane li wan tên birrîn. Jineke bi heml a ku ji bo hevdîtînê hatibû, di dema lêgerînê de ji ber ku bi gardiyanên jin û mêr nîqaş kiribû, ji aliyê gardiyanan ve hate darb kirin.
‘MIROV NIKARE LI HEMBERÎ VAN TIŞTAN BÊDENG BE’
Mesut Kaya yê ku birayê çalakvanê greva birçîbûnê Necdet Kaya ye, diyar kir ku ji xeynî greva birçîbûnê tu riyeke din nemaye û got ku şertên li wir dermirovî ne. Kaya got ku, “Tu riyeke wan a din tune. Wê cihê wê be ku, em jî dest bi greva birçîbûnê bikin. Şertên wan gelekî giran in. Nikaribûn li hemberî vê hovîtiyê bêdeng bimînin. Gardiyan ji bo êrîşkirinê her dem hazir in. Ew der wekî navenda îşkenceyê hatiye ava kirin. Di dema hevdîtinê de her dem astengiyan derdixînin. Saetên hevdîtinê hatine kurt kirin. Dema ku ez bi kekê xwe re diaxivim gardiyan her dem li ser serê me ye. Pirtûkan nadin wan. Yên bi biryar dê greva birçîbûnê bidomînin.”
GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE:
Li Beşa T2 a Şakranê: Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mûstafa Akaş, Cengîz Dogan, Necdet Kaya, Erhan Erguz, Mûrat Dûran, Kasim Ozdemîr.
Li Beşa Girtî ya T3 a Şakranê: Zana Yaktin, Îhsan Balkaş, Ozgur Guçlu, Ozkan Yaşar, Aslan İlhan.
Li Beşa T4 a Şakranê: Abdûllah Aksû, Yûsûf Ozdemîr, Ronî Yavûz, Mûhammet Birû, Şîvan Bîlîk, Ahmet Azad, Nayîf Yargin, Veysî Kaya.
Li Beşa Jinan a Şakranê: Hurriyet Dogan, Mahsûne Şedal, Cîhan Asî, Meryem Soylemez, Gûrbet Ozturk.
DAXWAZÊN WAN:
Daxwazên girtiyên Girtîgeha Şakranê yên ketine greva birçîbûnê ev in:
"Bila tecrîda hatiye girankirin û pêvajoya Rewşa Awarte ya li ser Serokatî were rakirin. Dîsa muzakere werin dest pê kirin. Di van demên dawîn de, bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên Di Hukmê Qanûn de (KHK) zordariyên li girtîgehan ne di asta qebûlkirinê de ye, divê ev pêkutî biqedin."