Buldan: Kes nikare peşî li coşa Newrozê bigire

Wekîla HDP’ê Pervîn Buldan li dijî biryara qedexekirina Newroza Stenbolê got, ‘’kesek nikare peşî li coşa Newrozê bigire’’

Buldan ji ANF’ê re axivî û got, Newroz cejna gelan e û ne dewlet ne hikûmet nikare Newrozê qedexe bike. Buldan diyar kir ku kesek nikare pêşî li coşa Newrozê bigire û got, di serî de Stenbol bila qedexeyên Newrozê yên li Izmîr, Enqere, Edene, Mêrsîn rabin.

Bertekên dijî qedexekirina Newroza Stenbolê berdewam dikin, ku Komîteya Amedekar a Newroza Stenbolê plansaziya xwe bi dirûşma ‘’Teqez em ê bi ser bikevin’’ çêkiribû û dîrok jî weke 19’ê Adarê hatibû diyarkirin, li Bazara Gel a Bakiryokê. Wekîla Stenbolê ya HDP’ê Pervîn Buldan li ser vê qedexeyê axivî û got, Newoz cejna gelan e, dewlet an jî hikûmet li gor kêfa xwe nikare qedexe bike. Buldan diyar kir ku gelê Kurd û Tirkiyê bi sedan sal in ku cejna Newrozê bi coşekê pîroz dikin û ti kesek nikare pêşî lê bigire. Buldan diyar kir ku Newroza 2017’an jî wê bi heman coşê berdewam bike. Buldan qedexekirina Newrozê şermezar kir û got, ew her carê Newrozê li heftiyekê belav dikin û pîroz dikin, heta niha jî ti kêşe derneketibûn.

‘BI GIYANÊ  NEWROZA DÎROKÎ BER BI NEWROZA 2017’AN VE’

Buldan bal kişande ser Newroza dîrokî ya 2013’an a Amedê û got ji wê demê ve gelek tişt guherîne, ‘’Newroza dîrokî a 2013’an ji bo siberoja gelên Tirkiyê hêviyek bû’’  û bi berdewamî got: ‘’Di wê Newroza dîrokî de bi mesaja Birêz Abdullah Ocalan me bi bîr xist ku ji bo gelên Tirkiyê siberojeke azad û demokratîk pêkan e. Di mesaja Birêz Ocalan de ew hêviya ku êdî ne çek lê fikir biaxivin hebû; lê ji demê ve hem hevdîtin bi Birêz Ocalan re têne astengkirin, hem jî Newroz bi tehma xwe nayê pîroz kirin’’ Buldan diyar kir ku krîza niha ti sûdê nade kesekî û got divê dîsa li atmosfera Newroza 2013’an veger çêbibe. Buldan got, ‘’Divê Newroza 2017’an jî bi giyanê Newroza 2013’an were pîrozkirin.’’

 ‘TÊ XWESTIN KU GELÊ KURD WERE CEZAKIRIN!’

Buldan diyar kir ku nayê qebûlkirin ku ji Newrozên ku bi milyonan kesî pîroz dikirin veger li Newrozên qedexe çêbibe û got: ‘’Ez dibêjim bi astengkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re, bi qedexeyên li ser Newrozê tê xwestin ku gelê Kurd were cezakriin. Ti sûda vê polîtîkaya cezakirinê ji bo Tirkiyê nîn e.’’
Buldan diyar kir ku bi qedexeyan nikare welatekî bi rê ve bibin, got li ser HDP’ê ambargoyeke mezin heye, têkildarî referandûmê hemû partî mîtîngan dikin, lê Newroz a ku ji bo HDP’ê wesîle bû wê jî qedexe dikin. Buldan diyar kir ku ev polîtîka berdewamiya zexta li ser HDP’ê ye, bi bîr xist ku pêdivî bi Newrozên bêhtir aştîyane, demokratîk, azadîxwaz hey. Buldan diyar kir ku ne dereng e û xwest ku qedexeyên li ser Newrozên Izmîr, Enqere, Edene, Mêrsînê demildest rabin û Newroza 2017’an bi rengekî ku bibe sedema aştî, biratiya nav gelan were pîrozkirin.