Li Parîs û Kolnê xebatên NA
Li paytexta Fransa Parîsê endamên platforma ‘NA’ yê li gel erebane û trampetan xebatan dike, li bajarê Koln ê Elmanyayê jî standên ‘NA’ tên vedan.
Li paytexta Fransa Parîsê endamên platforma ‘NA’ yê li gel erebane û trampetan xebatan dike, li bajarê Koln ê Elmanyayê jî standên ‘NA’ tên vedan.
PARÎS
Li paytext Fransa xebatên platforma ‘NA’ tên birêvebirin.
Endamên Platfoma ‘NA’ ya Fransayê di saet 17:00’an de li semta Saînt Denîs a Strasboûrg a Parîs a 10’emîn ku piranî dikandarên Kurd û Tirk lê ne, bi dikandaran re hatin cem hev, broşurên ku ‘NA’yê bi Tirkî û Fransî belavkirin.
Endamên platformê yên ku li gel erebane û trampetan dirûşmên ‘NA’ qîr dikin, anonsên têkildarî hilbijartina ku wê 27-09’ê Nîsanê dengê bê dayîn hatin kirin.
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê di pêşengtiya platforma NA de her roj li semetekî cuda xebat tên meşandi. Bi vekirina standan eleqeyek mezin nîşanî Tirkiyeyî û Elmanan tên kirin. Platforma ‘NA’ ya Kolnê diyar kirin ku hate dengdayîn bi dawî bibe wê li semtan standan vekin, îro jî li semta Kalk stand vedan.
Endamên platformê yên ku bi sedan belavok belavkirin, têkildarî çima wê bêjin ‘NA’ kesên derdor agahdarkirin.