MŞD'ê ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê li Êzidiyan kir

MŞD'ê ragihand, ew ê cihê xwe di nava meşa dirêj a 20'ê Adarê ji Dusseldorfê heta Brukselê bibe û bang li civaka Êzidî kir, ku tevlî bibe.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), têkildarî meşa dirêj daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de cejna vejîn û berxwedanê Newroz li gelê Kurd hat pîrozkirin û hat gotin, "Em hêvîdar in Newroza îsal bibe wesîleya azadiya gelên bindest, azadiya Rêber Apo, Şengal û hemû parçeyên Kurdistanê."

MŞD'ê bal kişand ser êrîşên çeteyên PDK û AKP'ê yên li bajarokê Sinûnê û destnîşan kir, bi armanca temamkirina fermana 3'ê Tebaxa 2014'an, çeteyên PDK-AKP'ê dixwazin Êzidiyan qir bikin û Êzîdxanê vala bikin.

MŞD'ê diyar kir, ku kes nema dikare fermanê li Êzidiyan rake û wiha dewam kir: "Ji bo em dengê xwe bigihînin hemû cîhanê, ji bo Şengaleke azad, Êzîdxaneke xweser, em ê di navbera 20-28'ê Adara 2017'an de ji ber Parlamenta Eyaleta NRW a li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bimeşin heta paytexta Belçîka Brukselê. Di 29'ê Adara 2017'a de em ê di mîtînga ber parlamenta Ewropayê de amade bin û dosyayekê radestî rayedarên parlamentê bikin."

MŞD'ê bang li civaka Êzidî kir, ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabe û tevlî meşa dirêj bibe.