Suleyman Soylû li Şirnexê rastî rêveberiya xweser hat!
Mitînga Wezîrê Karê Hundir ê AKP'yî Suleyman Soylû li Şirnexê bi fiyaskoyekê dawî lê hat.
Mitînga Wezîrê Karê Hundir ê AKP'yî Suleyman Soylû li Şirnexê bi fiyaskoyekê dawî lê hat.
Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû û ekîba wî bi hemû derfetên dewletê ku kar danî û amadekariya mîtînga Botanê ya Şırnexê, cihê mîtîngê navçeya Şirnex a Hezex hilbijart. Di mîtînga hemû derfetên dewletê xistibûn seferberiyê de rastî rêveberiya xweser hat û bi fiyaskoyekê dawî lê hat.
Soylû yê ku di her axaftina xwe de digot 'Ka bila rêveberiya xweser îlan bikin û em bibînin', li Botanê rastî çalakiya rêveberiya xweser hat. Gel qad terikand û faşîzma AKP û Soylû protesto kirin.
Di ketina navçeyê de nivîsa ku 'Silav ji Mehmet Tunç re' li ser dîwar hatibû nivîsin ji aliyê polîsan ve dîwar hat hilweşandin.
Gelê ku hestên xwe anîn ziman wiha gotin: "Em Şehîdên xwe yên YPS'ê ji bîr nakîn, Ji bo bîranîna Mehmet Tûnç û hemû şehîdên xwe, em ê bi berxwedanê tekoşîna xwe bidomînin. Gelê Botanê fikrê Rêber Apo yê ku bûye goşt û hestî ye."
Li ser nebeşdarbûna gel ya, memûrên dewletê yên ku kar dikirin anîn qada mîtîngê.