ROJEVA 14'Ê GULANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê werin şopandin

Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Bandora Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê were şopandin.

Çalakiyên bîranînê yên ji bo endamên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê werin şopandin.

Dûran Kalkan ku axaftina destpêkê ya Kongreya 12'emîn a PKK'ê kir, anî ziman ku têkoşîn bi dawî nebûye, ev yek dawîanînek nîne; bi armanca bilindkirina têkoşînê pêşîvekirina zemînên nû ye.

Dûran Kalkan anî ziman ku divê ew li rabirdûyê asê nemînin, ya nû bibînin, bi wêrekî û fedakariyê hîn bi xurtî berê xwe bidin nûbûnê û got, "Em serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk teqez pêk bînin."

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt diyar kir ku rêbaza Rêber Apo timî serketin e û got, "Demeke ji têkoşîneke hîn mezin destpê dike û barê me hîn giran dibe."

Ji fermandarên HPG'ê Îrfan Amed ragihand ku baweriya wan a bi Rêber Apo re ti carî lawaz nabe û got, "Em heta niha qet neketin nava dudiliyê, ji niha û pê ve jî em ê dudil nebin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim anî ziman ku PKK felsefe, îdeolojî û pîvaneke jiyanê ye û got, "PKK ne tenê navek e. PKK bi xwe hebûneke zindî ye."

Îdrîs Balûken destnîşan kir ku ji niha û pê ve divê dewlet û hikumet gavê biavêje.

'Fikrên Azad' ku 14'ê Gulanê dest bi weşanê dike, xwe weke baregeha dîjîtal a berxwedana zanistî û entelektuel pênase dike.