Haşd-î Turkmenî: Em ê miemeleya DAIŞ’ê bi artêşa Tirk bikin

Berdevkê hêza Haşd-î Turkmenî ku li eyaleta Nînova a Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di nav operasyonan de ne, diyar kir ku artêşa Tirk li Iraqê dagirker e.

Berdevk ji bo hêzên Tirk ên li Iraqê got: ‘’Heke ev hêz tevbigerin, em ê miemeleya DAIŞ’ê bi wan bikin."

Berdevkê Haşdî Turkmenî Alî Huseynî ji Ajansa Nûçeyan a Tensîmê re li ser Operasyona Mûsilê û çeteyên DAIŞ’ê axivî. Huseynî got dibe ku eyaleta Nînova di nav 2 hefteyan de were rizgarkirin.

Berdevkê Haşdî Turkmenî El Huseynî têkildarî operasyona Mûsilê ya leşkerî wiha got: ‘’Ji dema ku operasyona Mûsilê destpê kiriye û heta niha şeş qonax li paş man û hêzên artêşa Iraqê, polîs, hemû qewetên leşkerî û saziyên ewlekariyê di nav vê operasyonê de cih girtiye û Haşd El Şabî de bi hemû hêza xwe, hêla herî dijwar, li hêla Rojava berpirsyarî kiriye. Piştî destpêka operasyona Mûsilê heta niha gelek serketin bi dest ve me aniye. DAIŞ dema xwe ya dawî dijî û di nav 2 hefteyan de em ê ragihînin ku Nînova bi temamî hatiye rizgarkirin.’’

EM Ê MIEMELEYA DAIŞ’Ê BI ARTÊŞA TIRK BIKIN

Berdevk Huseynî got hebûna artêşa Tirk a li Iraqê der qanûnî ye û got: ‘’Ji destpêka vê operasyonê ve em her cure tevgera leşkerî ya Tirkiyê weke dagirkerî dibînin û em ê miemeleya dagirkeran bi wan re bikin. Ji ber vê yekê ku ev hêz tevbigerin em ê miemeleya DAIŞ’ê bi wan bikin."